Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Partt Zor Li Zimn J Dike

 


Vejîna Kurd
 
Di bersivdayîna komendekê  li ser helbesteke ku min li ser rûpela xwe ya fêsbokê weandibû, min ji hevalekî xwe re weha nivîsand: Spas hevalê hêja. Lê titê seyr ku ew mirova ji bêjeya heval tengijî û got: PYD dibêjin heval, ji ber wê jî tu çi dixwezî bi min re bêje lê mebêje heval!
Tevlî ku ev ne cara yekê bû ku ez vê gotinê ji hin kesan dibihîsim, lê di cih de pirseke rûre xwe li mejiyê min gerand û pêwîstî bi bersivdanê hebû.. Ma gelo partîtî zorê li zimên jî dike?!!


Pir cihê mixabiniyê ye îro ku nakokî û partîtî di xwîn û rihê me de diherikin, kînê di dilê me de kedî dikin, ew kîna ku destdirêjiyê li zimanê me yê resen jî dike û digihê astekê ku hin kesên xwediyên derûniyeke lawaz, ji bo erê birakujiyê, xwe ji hin bêjeyên ku ji kaniya zimanê kurdî herikîne bion, û zikreiya xwe derbarê wan xuya bikin.
Belê.. Ziman ne henek û ne jî lîstik e ku birînên nakokiyên me di wê de vedin, zimanê me him rûmeta me ye, hem jî resm, reng û dengê miletê me ye, ew ne milk û mewalên min û te ye ku em bêjeyên wî li nav partiyan parve bikin û wî bi ber gezan din, eger wisa bibe bêguman zimanê kurdî dê li ser hilm û pifê bimîne û di gola partîtiyê de bigevize.
Divê em tev zanibin ku zimanê kurdî partiya me ya herî mezin û bi nirx e, ji zû de dijmin û xêrnexwezên kurdan ew qedexe kirine û hewil kirine, û hîn jî hewil dikin, ku wî bihelînin û ji holê rakin, lewma zor pêwîst e ku ew ava ku aê dijmin digerîne em rawestînin, vêca çawa em kurd bi destên xwe wî dikin dîlê partî û nakokiyên xwe û bi hêsanê kirasê kurdayetiyê ji hin bêjeyên kurdî yên zelal û watedar dikin û wan  ermeze dikin?!!
Nakokî û lihevnekirin tucarî ezîtiya kufikî sar nakin, lê ew birînên me yên herî mezin dijenînin, ew civakeke nexwe û piralî û herweha erê birakujiyê peyda dikin û qet nakevin xizmeta doza me ya pîroz.. zor pêwîst e ku em ji wan nexweiyan rizgar bibin.
 Belê.. Banga me ew e ku kurd zimanê xwe ji ber bayê partîtî û nakokiyên xwe bi alî din.   

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark