Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Stźrkek Ji Welatź Me.. R.Bedirxan Yekemīn Rojnamevana Kurdī Ye

 


Vejîna Kurd
 
Mirov ji xweberê nabin pêženg, pêžengî sembola kar û xebatên hêja ne .
R.Bedirxan ( 1909 -1992) jineke zana, rewženbîr, leheng û pêženg e, ji bilî xebat û çalakiyên wê di warên civakî, ramyarî, rewženbîrî û netewperestî de ew xatûna pênûs û peyva azad û serbest e, wê pêžengiya jinan di warê rojnamevaniyê de kiriye û di pey wê re karwanê keç û jinên Kurd ên nivîskar û rojnamevan hêztir dibe.. Bi hilkeftina Roja Rojnamegeriya Kurdî, me xwest em hinekî giringiyê bidin pêženga jinan di vî warî de.


Belê.. Di dîroka  rojnamegeriya kurdî de navên tu jinên Kurd ên nivîsevan di çapemeniyên kurdî de yên berî Hawarê derketine de nînin; beždariya R.Bedirxan di  wê kovarê de weke nivîskareke jin gaveke nû bû, ji ber wê jî em karin bibêjin ku R.Bedirxan yekem rojnamevana Kurd bû, û wê xanima qedirgiran wek rojnamevan rê ji jinên Kurd re vekir ku di vî warî de bixebitin û bi ser kevin.
Di sala 1935an de bi Mîr Celadet Bedirxan re dizewice û herweha qonaxeke nû di jiyana wê de vedibe, hingê sê sal di ser derketina kovara Hawarê re derbas bûbûn, nivîskara nemir bi kurdiyeke xewrû û bi tîpên latînî tê de dest bi wežandinê dike,  daxwaza wê ya yekem di jiyanê de hižyarkirin û pêžxistina netewa wê ye, jiyana wê ya nižtimanî pir berfireh û kûr e, ew cihê serbilindî û žanaziyê ye, wê bi aramî û bihnfirehiya xwe dest datanî ser hemû aloziyên jiyanê,  û gelek nivîs û gotar di kovarên erebî de jî wežandin. Di nav berhemên wê de gelek pirtûk û werger hene.
R.Bedirxan di nivîsên xwe de giringiyê dide erka jina Kurd, rola wê di civakê de bilind dinirxîne û dibêje: “Mêrên ku qedera miletan di destên xwe de digirin li ber destên jinan xwedî dibin.”
R.Bedirxan karê jina Kurd ne tenê kebanî û xwedîkirina zarokan dibîne, li ba wê karê jinan ê giring li dijî nezanînê ye, lewre wê her hewil dida ku žîretan  li jinên Kurd bike, di gotara xwe “Kebanî û Mamoste” ya ku di kovara Hawar hejmara 27an de hatibû wežandin ji jinên Kurd re dibêje, ku dibistanên Kurdan tune ne, lewra divê mal bibe perwerde, dibistan û fêrgeh û weha dinivîse: “Dijminê me ê mezin, ê mezintir nezanî ye. Divêt em žerê wî dijminê xedar bikin. Di vî žerî de jî ji me jinên Kurdmanc re divêt ko arîkariya mêrên xwe bikin, zaroyên xwe bielimînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexežiya nezaniyê xelas bikin”. Bêguman di vê xebata perwerdehî de rola welatperweriyê jî ji bîr nake, ew dibîne ku nexwežiyên civaka kurdî bi xwendin û zanînê derman dibin,  bi dengekî bilind û zelal weha bang dike: “Xwehên min ên delal, her wekî hûn jî dizanin derdê netewa me yê mezin û xedar ne zanîn e. nezanîn nexwežiyek e, û dermanê wê zanîn e. Nik netewên xwedan hikûmat û dezgeh vê nexwežiyê de nexwežxaneyên taybet de derman dikin û ji wan nexwežiyan re dibêjin dibistan, mamoste bijîžkên wan nexwežxanan e”. 
 
Rojnamevan jiyana  malê dižopîne, ji jinan re xuya dike ku  xwežî û bextiyarî ne pere, qesr û kižwer in, belê xwežî û dewlemendî gotina xwež, danûstandina baž, kar û xebata ku mirov ji netew û welatê xwe re bike ye, ew di kurtenivîsa xwe JIN Û BEXTIYARIYA MALÊ de weha dinivîse: “Gelek jin hene, bawer dikin ko rehetî û xwežiya malê bi pere û dewlemendiyê ye, lê ne we ye. Seadet û bextiyarî ne ji dewlemendan bi tenê re ye. Xincikên belengazan hene ko seadet û bextiyarî, ji qesra dewlemenda çêtir û bêtir, tê de qerar digirin û bi rehetî cih dibin“.
Di sala 1944an de li ser navê jinên Sûriyê li Misirê beždarî kongra Jinên Cîhanê bû. Û di sala 1971an de berê xwe da Kurdistana Bažûr, û li ser daxweza rêzdar Mustefa Barzanî li bajarê Hacî Imran Hevgirtina Jinên Kurd avakir.
Jibilî zimanê Kurdî R. Bedirxan bi Tirkî, Erebî, firensizî, Îngilîzî û Elmanî dizanî.
 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark