Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Newroz: Newroza Schleswig 21.03.2017

 


Yekem car e li evî bajarî “Newroz” bi fermî li (Kreis Schleswig-Flensburg) ya bajarê Schleswig bi xwe çêdibe.
Û di Rojname û Malperên Schleswig-Flensburg de nûçeya ko Kurdan Newroza xwe li (Kreis)ê pîroz kirin û spasiya Birêveberiya karûbarên Penaberan (Ausländerbehöder)kirin, belav kirine. Ahenga Newrozê bi rêveberiya mamoste Amed û îlan Doskî û bi xebata wan hate amadekirin.
Komek muzîkê bi rêveberiya mamoste Ciwan Îsa (Amîrê Buzuq) û Tola (Org) û bi bedarbûna çend hunermendên ciwan (Jîn, Zana, Memo û Hîn)..


Frau Willig Dastana Newrozê bi kurtî bi dengê xwe yê rewan got.
Landrat Dr. Wolfgang Buschmann gotinek da û tê de spasiya Penaberan kir.
Wênekê û Vîdyo birêz Sulêman Kenho.
Aheng bi bedarbûna gelek Kurd û Elmanên Bajarê Schleswig lidar ket, pêkêvanê Ahengê ciwanê Kurd Çira Doskî bû..
Endamên Kreis ya Schleswig-Flensburg  ji hêla Kurdan ve hatin xelatkirin û çi kesê/a ko hatibû Ahengê jî gulek spî diyarî wî kirin.
Em Kurdê li herêma Schleswig-Flensburg spasiya dewleta Elmanya û Kreis ya Schleswig-Flensburg dikin ko wan bi xwe destûr dan me, em Newroz xwe li Hola Avahiya Kreisê vejînin.
Di vehêsanê de gelek coreyên êranî ko Jinên Kurd, Efxan, Faris û Ereban amade kiribûn, mêvanên Ahengê bi dilxweî xwarin..
 
Her Newroz Miletê Kurd serkeftî be
https://www.youtube.com/watch?v=9qNdku4mmu8

























 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark