Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: x Al Newroz

 


Akif Hesen

„Sekreterê Partiya Yekîtîya Demokrat a Kurdên Sûriyê“
Min daxûyaniya birêz êx Alî di derbarê Newroza îsal de xwend. Gelek xerîb û ecêb e!! Tu dibêjî qey birêz sekreter li gundekî irnexê, an jî li deta Silopî dijî. Nivîsgehên partiyên siyasî tên ewitandin, li ser dîwarên wan gotina „Îxanet“ tê nivîsandin, kadroyên wan tên revandin û di dawiyê de cejna me ya netewî Newroz, bi hinceta ewlekariyê, tê qedexekirin û birêz sekreter bêrê xwe dide Erdogan.


Ew di daxûyaniya xwe de gotinekê tenê jî liser van kiriyarên kirêt nabêje, êrîî Erdogan dike û tenê liser ingalê diaxive.
Ji xwe ev ji me kêm bû! Kekê sekreter, tu dikarî pirtûkan liser Dîktaturiyeta Erdogan binivîsî, kesek nabêje te na, lê belê derdên me bixwe jî hene, ka tu ji bo wan çi dibêjî?
Tu dikarî tonek kevir li rûyê Baûrê Kurdistanê bidî, te xwest bila 2 ton bin, lê belê bihêle em 2 gotinan liser kiriyarên PYDê jî ji devê te bibihîzin.
Kurtikreên Mossulînî, kesên rûnixumandî, li kolanên Dêrikê, Qamilo û Girkê Legê devê rikberan digirin, wan davêjin zindanan, mafên wan ên rewa di bin pehniyên solên xwe de dikin toz-û-dûman, gelo titekî tu ji wan re bêjî tune ye?
Gelo tu bawer dikî ku tu wisa avê bi agir de dikî û yên rexneyan dikin zeytê diberdin ser agir? Heger bê-rexnekirin aîtî be, heger rexne fitne be, soz em devê xwe digirin û nema gotinekê dibêjin.
Bawer bike sekreterê delal, bi êweyên totalîter miradê gelan bi cih nayê. Û bawer bike pitgiriya bê sînor ji hêzên totalîter re nabe „ava liser agir“, Fitnê venamirîne, hebe hebe getir dike.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.28
Bi Tevah Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark