Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavok: Bi helkefta Cejna Newrozê Nûnertiya ENKSê li Ewropa pîrozbahiyê li gelê Kurd dike

 


Gelê kurd li kurdistanê û li her cihekî heyî ahingê bi cejna Newroz dike, bi cejna netewî xwe ya netewî û dîrokî ya dikeve li 21ê heyva adarê, ku di rojek weha de û bi hezarê salan gelê me yê mezin li dijî stem û zordarî û tepeseriyê derket, û her ji wê rojê û heta vê rojê gelê me berdewam e li ser xebat û tekoşîna xwe ya li pêxema azadî û yeksanî û şerefmendiyê, ku gelê me bi dirêjahiya dîroka xwe ya dirêj rastî gelek êş û azar û derdeseriyan bûye yên hatîn ji aliyê zordest û dagîrkaran bi armanca jinavbirina nasnameya gelê me ya netewî û dîrokî û cografî bi rêka siyasetên regezperistiyê û koçberkirinê û jinavbirina mohra netewî û qirkirin û cînosayîdkirinê heta gihişta radeya bikaranîna çekên qedexekirî û kêmyawî li dijî gelê me wek kêmiyabarankirina Helepçe û hin bajarokên din yên kurdistanê li başûr û rojhilat li ser destê dagîrkaran li dijî gelê me yê şerfmend û azadîxwaz.


 Newroza îsal giringiyek taybet û awarte heye, hevdem ku bêhtir ji çend heyvan gelê kurd li kurdistana Sûriyê û tevgera wê ya siyasî bi nûnertiya ENKSê rastî êrîşek hovane ji aliyê PYDê û çekdarên wê dibe, yên radibin bi cêbicêkirin û sepandina ajendeyên herdu rijêmên dagîrkar ya Sûriyê û Îranê ji bo parçekirin û qetqetkirina gelê kurd û nemaze ku ev êrîş û zêdegavî li van rojan û bi taybetî li heyva adarê ber bi arasteyekî xirab diçin û zêdetir dibin yekser piştî daxistin û kilîtkirina dergehê sercem nivîsîngehên ENKSê û partî û rêxistinên wê yên lawan û jinê û teqandin û şewtandin û talankirina hin nivîsîngehên ENKSê li seraserî navçeya kurdî, hevdem ku nivîsîngeh û baregehên partiya Be`is û partiyên binav bereya niştimanî û pêşkeftinxwaz li heman navçeyan ji aliyê milîtanên PYDê tên parastin, zêdebarî ku PYDê berdewam e li ser zêdekirina piropagendeyên xwe li dijî ENKSê û sembolên netewî yên gelê kurd û çêkirina xwepêşandanan li dijî gelê kurd û li dijî pêşmerge, di dema cîhan tev dizane ku tenha bi tenê pêşmerge taka hêza leşkerî ye ya bergiriyê ji gelê kurd û serweriya wê dike, tevlî ku milîtanên PYDê berdewamin li ser kiryar û tawanên revandina çalakvan û siyasetmedar û mediyakaran û radibin bi talankirin û teqînan li dijî nivîsîngehan û şewtandina ala kurdistanê ya binerx û pîroz. 
 
Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî li Ewropa di dema ku pîrozbahiya gelê xwe bi cejna Newrozê dike, û herwiha cejna Serokê pêşmerge Mesûd Berzanî serokê Herêma kurdistanê pîroz dike û her bi helkeftê û roja berxwedanê ya li hember stem û diktatoriyê, ji revenda kurdî daxwaz dike wek wefaderiyekê bo şehîdên Newrozê û yên kurdistanê û şoreşa Sûriyê ku palpişt û piştevan bimînin ligel miletê meyê kurd yên xweragir li hindur Welat yê rastî hemû şêweyên tepeseriyê û zilm û zordariyê tê û kok û hebûna netewî ya kurd tê armanckirin û herwiha em daxwaza şermezar û riswakirina kiryarên kirêt yên PYDê û çekdarên wê li dijî gelê kurd û doza netewî dikin û daxwaza vegera pêşmerge bo welat dikin ji bo parastina gelê me û tevgera siyasî ya pêktê ji Encûmena kurdî ENKSê ya dijberê rijêma Behsa şofînizm û dijberî hemû hêzên terorîst û dijmin.
 
Bi vê helkefta herî mezin em wek nûnertiya ENKSê li Ewropa  dubare şehîd û nemirên xwe li bîr tînin û serê rêz û newazişt ditewînin li ber bejna şehîdên kurd û kurdistanê û destpêkê ji şehîd Newroza 1986 an şehîd Silêman Adî û şehîdên Newroza 2008 li Qamişlo û şehîdên şoreşê Mişel Temo û Nisredîn Birhik û Zardeşt wanlî û Şêrzad û Ciwan Qotina û Mehmûd Walî û şehîdên din yên li pêxema rûxandina rijêma stemkar ya Bişar giyanê xwe jidest dan ji bo gelê kurd bi mafên xwe yê netewî û demokrasî şad bibe ligor pîver û piransîpên navdewletî.
 
Man û nemirî ji şehîdên Newrozê re
Bijî pêşmerge
Her berz û bilind be ala kurdistan 
Bijî kurd 
Bijî kurdistan
 
Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Ewropa
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark