Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Rpeln Jina Kurd

 


Desteya Sernivîser
 Ji roja roj de jina Kurd di hemû warên jiyanê de li kêleka mêrê Kurd e, lê di van çend salên dawî de ew bi hêz derbasî qadên xebatê yên curbecur bûye, û titê balkê ew e, ku di qadên erê li hember terorê de roleke pir mezin û hêja dilîze û li seranserî cîhanê bi erênî tê nirxandin. Bi xebata xwe ya nerxbilind Jina Kurd dengê xwe gihande hemû cîhanê ta ew weke sembola azadîxwaziyê hatiye destnîandan. Bê guman ev tê wateya ku  civaka Kurdî, nemaze ya Rojavayê Kurdistanê, ji hemû civakên hawîrdora xwe pêketîtir e.


 Helbet serkeftina jina Kurd ne bi hêsanî hatiye, lêbelê ew ji encama xebateke dirêj, xebateke ku rastî pir dijawarî, kelem û velukimandinan dihat, hatiye. Belê gelek zor û zehmetî rastî jinan hatin, herweha gelek qurbanî jî dan, û li dijî nêrînên pademayî yên di nava civakê de ku jinê tune dikin tekoîneke bi hêz ji aliyê jina Kurd de hate kirin. Baweriya me jî ew e, ku her jineke azadîxwaz ustubariyeke weha bide ser milên xwe û bi bîrûbawerî û zanebûn tevbigere.
Bi hilkeftina 8ê Avdarê, Roja Jinê ya Cîhanî, roja serhildana dengê azadiyê û wefadarî bi dayik, xwîk, evîndar û hevjînan, em hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên kurd ên leheng pîroz dikin û serkeftinê ji wan re hêvî dikin.   
Azadiya jinê pêketina civakê ye, û pêketina civakê jiyan bi xwe ye.
 
Rojnama Rewen, hejmar 21
Adar2017z/ 2629k.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark