Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pit 28 salan ji kokirina Mihemed xo hj me di strann w de li Welat Evn digerin

 


Konê Re
 
Mihemed êxo; mirovekî wek me tevan bû. Lê di warê deng û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; bi bûyerên gelê xwe ve girêdayî bû, hayê wî ji malê dinyê tune bû. Tev temenê xwe di ber bîr û baweriyên xwe de xerckir, bê ku hayê wî ji dîrokê jî hebe, an li cihekî ji navê xwe re di nav rûpelên dîrokê de bigere..


 Ez jî, yek ji dost û evîndarên guhdariya stranên wî me. Ew stranên ku li ser zilana sê bingehan dizîvire; Deng, awaz û gotin. Mihemed êxo bi zanebûn, ev hersê bingeh bi mûzîkê, li gor gewriya xwe û bi gotinan, li gor ê û janên gelê xwe dibijartin, bi hev re dihûnan û di nav gel de belav dikir.


Guhdarên wî jî, bi sehkirina stranên wî re, di nav pêlên jiyaneke tijî kul û xem, kef û ahî de dûr diçin û rehet dibin.. Ji ber ku stranên wî bandoreke mezin di his, hest û derûna mirovê kurd de dihêle, wî ji qurm ve dihejîne û bi rex du titan ve dehif dide; Welat û Evîn.

Qamilo, 09.03.2017


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark