Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ziman Kovara HAWAR Ziman Axaftina Xelkn Amd b

 


Konê Re
 
  Di destpêka çerxê bîstan de, bajarê Amûdê tekane bajar bû di Beriya Mêrdînê û Cizîrê de. Ne Qamilo hebû, ne Hesekê, ne Dêrikê, ne Tirbespiyê û ne Derbasiyê hebûn, bi tenê bajarê Amûdê bû. Nisêbîn jî wek gundekî bû. Amûd bajarekî xurû kurdî bû, di bin hêza Seîd Axa serokê eîra Deqoriyan de bû. Bajarê Amûdê wek dergehekî bû derbasbûna çiyayiyan re ber bi beriyê ve.


 Her ku bûyerek nexwe, fermanek, serhildanek bi serê xelkên çiyayî ve dihat (Anku kurdên bakur), û rêk li wan teng dibû, berê xwe didan baûr, li bajarê Amûdê disekinîn û jê li gundên Beriya Mêrdînê belav dibûn, hin ji wan jî têre derbasî Beyrût û Mûsilê dibûn. Anku wek rawestgehekê bû jî, ji mehcir û penaberên Kurdan re.
  Di serê erê cenga cîhanî ya yekemîn de gelek ji Mehcirên (Penaberên) Wan, Serhed, Qers û Mûê, ji eîrên Hesenan û Heyderan, xwe lê Amûdê girtin û li gundên beriyê Mêrdînê belav bûn û ta roja îro lê mane. Pitî beravêtina serhildana êx Seîd, orea Agirî û fermana êx, Mela, Axa, Bega û Ronakbîrên kurdan ji rex Kemalîstan ve, gelekan ji wan, xwe li Amûdê girtin û ji Amûdê li gundên beriyê û bajarokên wê belav bûn. Ew bajarokên ku wê hingê nû dihatin ava kirin wek; Qamilokê, Derbasiyê, Dêrikê, Tirbespiyê û Hesekê.. (Ne gereke ez navê wan êx, Axa û Ronakbîran bêjim).
  Ew êx, Axa û Ronakbîr ji herêmên têvel bûn, ji Diyarbekirê, Biêriyê, Xerza, Bota, Rema, Darê, Torê, Omeriya û Dêrika Çiyayê Mazî bûn.. Wan penaberan êwezarên xwe jî bi xwe re tanîn Amûdê re û êwezarê wan têkilî yê Amûdiyan û eîrên derdorî Amûdê dibû û dibû dewlemendbûn ji zimanê xelkên Amûdê re. Hem jî wan salan di nav gel de belav bû ku Amûdê Peytext e, anku peytexta kurda ye..
  Di encam de zimanekî Kurdistanî, ji gelek êweyên herêmên Kurdistanê di Amûdê û gundên wê de kom dibû û xelkên wê pê diaxifin.
  Dema ku Mîr Celadet Bedirxan yê ku serwextî piraniya êwezarên kurdî bû û bi çend zimanên biyanî ba zanîbû, kar dikir ku kovarekê bi zimanê Kurdî biweîne, çend carekî dihat Amûdê, serwextî xelkên wê yên koktêl dibû, bi kesayetiyên wê re rûdinit, di gotinên axaftina wan de dipojinî û jê ve xuya dibû ku Amûdê wek (Kurdistanek biçûk e, piraniya êwezarên Kurmanciaxêfan têde kom bûye). Dawî di roja 15 gulana 1932an de kovara xwe HAWAR bi zimanê wê Kurdistana biçûk li amê belav kir û di rûpelê pêî de wiha got:
(Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her titî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman ertê heyînê a pêî ye).
 
  Mîr Celadet Bedirxan divîbû ku zimanê kovara wî Kurdistanî be, ne herêmî be, karîbû bi êweyê Botanî kovara xwe biweîne û jêre hêsantir bû. Lê wî bidûrdîtinî li rojên ayende mêze dikir û divîbû ku zimanekî standard ji tev Kurdan re berdest bibe û ew ziman bi yek alfabeyê be.. Ji ber vê yekê wî zimanê xelkên bajarê Amûdê bijart, pê kovara xwe weand û bajarê Amûdê yekemîn bajarê Kurdî bû ku Hawar lê dihat firotin û belavkirin.. Ji encamên serketina Hawarê û zimanê wê, xelkên Badînan jî bi kêf pêwaziya wê kirin, rewenbîrên wê têde nivîsandin û pesnê wê dan, wek rehmetiyê Enwerê Mayî..
  Bela kes nebêje zimanê kovara HAWARê zimanê herêma min e. Zimanê Hawarê, zimanê bajarê Amûdê ye.. Zimanê eîra Deqorya, Millan û Kîka ye.. Zimanê mehcirên Hesen û Heydera ye.. Zimanê Biêriyê û Xerza ye.. Zimanê Amedê, Badîna, Torê û Bota ye.
 
Konê Re, Qamilo, 02/03/2017
 

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevah Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark