Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurd û Etîkêtt.

 


Mizgîn Hesko
 
Van rojan û li gor ku em balê didinê û nemaze piştî hatina pêlên penaberan û bi taybetî kurdên me yên parçeyê Kurdistana Sûriyê , pir têgihên nuh derbasî nav civata me dibin bê ku em wateya wan ya herî rast bizanibin, ango em wan peyvan yan jî gotinan bi awayekî şaş bikar tînin.
 
Ji wan têgih û gotinan jî têgih û gotina Etîkêtt e. Gelo ma rast e .em bibêjin ev kes han xwedan Etikett e..bi Etîkêtt tevdigere....? Etîkêtt ji kû hatiye û çi wateya xwe heye....?


 Bê guman Etîkêtt ji ferensyê hatiye / Átiquette /  û di pêvajoya dem û dewranan de,tevî  hin guhertinên piçûk weko xwe maye û bi heman rengî hîn di piraniya zimanên cîhanê tête bilêv kirin.û nivîsîn, û bi Elmanî weha tête nivîsîn /Etikette/ .
Tê gotin ku di sedsala 18-an de ew cara yekem li seraya Fêrsayê /Ferensayê / peyda bûye û hatiyê xepitandin...Di dema şahî û vexwendinên Fersayê de, şahê Ferensî Liwîsê çardehan û her çendîn mîvanên Fêrsayê tên , rêgehên heyî na şopînin û li ser giyayê bexçe, li ser keskahî û kulîlkan re derbas dibin, ev yeka han li xweşiya wî nayê, radibe ji xizmetkarên serayê dixwaze ku ew mîvanan agahdar bikin da ku êdî weha derbas nebin...lê careke din xelkên hatî , agahiyan piştguh dikin û li ser giyayî serayê derbasî dibin. Şah Liwîs êdî ferman dide ku hin cureyên belgeyên ( kaxezên piçûk ) bêne amadekirin û li ser wan bête nivîsîn ciyê derbasbûnê , û ciyê ku nabe tu kes wan bikarbîne.
Bi wateyeke din Etîkêtt bi xwe kaxeza piçûk e. Bi Erebî القصاصة الورقية...ku hin agahiyî tê de hene ji bo naşîkirin û agahdarkirinê, hin informatsiyon tê de peyda dibin.
Îro ew di bazaran de, bi piranî peyda dibe, her tiştekî ku heyî xwedan Etiketta xwe ya taybet heye.Lê ev ne mijara me ye...mijar ew e, wateya wê ya din.
 
Bi her halî /Etikett/ nayê wateya rêzdarî û rêzbûnê, lê ew dan û standina bi rêk û pêk , ji xwe bawerî û kiryarên di rêzê de ku mirov wan bi rêz û hurmeteke mezin dike. Bi wateyek din ew têkiliya bi rêz e, dan û standina modern û durist e, rêzgirtina yasa û zagonan e.
Her kesayetiyeke bi Etikett peywendiyan dike û datîne, hin cureyên norman ji xwe re çêkiriye û li gorî wan norman , têkiliyê bi yên derdorê re çêdike. Ji lewra ew kes ku pir têghiştiye, di heman demê de ji xwe bawer e û nefis piçûk e...!
Kesên nefis mezin, û li gorî zanîna piskolojiyê , kesekî nexweş û dagirtî girêkên derûniye..ji lewra jî ne bi Etikett dide û distîne.
 
Bê guman , ne ji ber xwe ve hatiye ku Elman wê weha pênase dikin.../Benimmreglen /  القواعد الاخلاقية او السلوكية.Ango...şêweyên dan û standina bi sinc....yan jî sincên dan û standinê.
Îro û li cîhanê bi piranî di warê diplomatîk de, di hin sermonî û karên taybet de, di dema nivîsîna peymanan û imzekirina pirotokolan de ew tête xepitandin û bikaranîn.
 
Etikett û di warê taybet de , rengê dan û standinê ye, kesê bi Etikett tev digere , derewan nake, gefan li xelkên din naxwe, çêr û xeberên ne di rê de bilêv nake, ziman nerm û hêmin e, ji xwe razî ye û bi hiş û derûna xwe re lihev hatiye, bê girêk e, dizane çi cil û bergan li ber xwe bike, çi ji bo şahiyê rind û hêjaye û çi kinc û cil hêjaîyî serdan û behiyê ne.
Ne bi tenê li derveyî malê lê ta bi malbat û zarokên xwe re bi zanebûn radibe û rûdine. Belê ew xwediyê sozê xwe ye û hwr.
 
Dêmek kesê weha cîranan ji xwe ciz nake, û nemaze li van welatan ku gihiştine asteke herî berz ji şaristaniyê. Li vir xwedî liderketina li sozan, tête wateya rêzgirtina demê.Dem li van welatan li gor derfetên kar , şert û mercên xwe hene, nabe ku em wan sînoran bibezînin û em her tiştên xwe ku carana hin jê re dibêjin Kultûr li vir saz bikin. Hin erf û adetên kurdewarî û mîvanperweriyê li ba me , em milletê kurd hene ku bi çi awayî nabe ku li vir jî em şanaziyê pê bikin û bibêjim ahhha em mîvan perwer in.Belê mînakeke din cejna netewî Newroz, her çendîn ku divê bête saz kirin lê ne bi dahol û zirnê li devê dergehê malê, li Parkê ..divê mirov destûr û erêniya dewletê bixwaz e, weha êdî ew rewa dibe.
Eger hat û mirov bixawaze rojbûna xwe pîroz bike û dost û hevalan vexwendî malê bike , gereke cîranên xwe agahdar bike.
Bê guman , piraniya dapîr û kalikên me li ser xwarinê qurpika xwe dihlandin û jê re digotin Sunet. Îro ji qurpik hilandin ji edetên pir kirêt e, divê haye me jê hebe û hwd.
 
Dêmek pir rengên Etikketê hene:
*  Etiketta dan û standinê.
*  Etiketta diblomasî û siyasî.
*  Etiketta dema çaxên xwarin û vexwarinê.
*  Etiketta rêzgirtina li xwezayê ku ji bo xêr û bêra mirov e.
*  Etiketta derûnê ku bi her halî ne lasayî kirin e( teqlîd e) . Mirov pê bawer e.
*  Etiketta rêzgirtina yasayê û zagonên ku peyda dibin û ji bo berjewendiya mirov in.
 
Di incamê de û wekî me li jorê aniye zimên , duriwêtî, bilêvkirina gef û cêran, ne pakî dijberê Etikettên e . Belê her çendîn ku îro civak bi giştî meyldarê şelafî û tenaziyê ne, lê kesê bi Etikett ziman nerm û dilpak e û dûrî şelafiyê ye, çimkî şelafî diyardeyeke demkiyî ye, tête çêkirin ji bo bidest xistina hin mufayên kesayetî.
 
 
* Têbînî: Têgeha Etikette yan jî bi kurdî Etîkêtt , me herdu bi mebest bikaranîne, carna Me weha nivîsiye Etîkêtt û carna jî weha Etikett .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark