Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: RWT

 


Vejîna Kurd
 
Gurzek hesret..
baxek hêviyên stewr..
rûpelên çîrokeke bêzar..  
destarê xeman
li bêdera sîngê min digerînin
kon û sîtava êan
bi ser dawa demê ya qulqulî de berdidin.


 Di dilê min de
birîneke esalî daxife
pita sibehên ku        
helbestên talankirinê dihûnin
û hawaran
li pita kêlîkan sîwar dikin
xûz dike.
 
Rêwî me…. yan penaber im..
Gavek li pê..
             yek li pa
çentê min
bi rondikên sînoran
hawara  çiya û newalan mit e
destên min de..
tenê nêrgizeke çelmisî..
mistek  ax..
û hin hêsirên çemê Efrînê .   
 
Li pêlên jînê siwar im,
di deryaya  penaberiyê de
melevaneke hestfiro im
û bi tîpên jibîrkirinê
avdasa man û nemanê dikim.
 
Belê.. penaber im!!
Di tenûra  hestên min de
pizotên bêriyê
û sewda xaka ku
di xwînê de digevize
    pife terafa vînê dikin.
Di xewnên min de
zincîra bîranînine biskqusandî
û giriyê dayika min dema xatirxwestinê
giyanê min
    di xaliya jînê de noq dikin.
 
Çi bêjim?!!
Ҫîrok dirêj e.
kolanên ku.. 
    kulamên bêdengiyê distirînin    
gund û bajarên ku..
   li ber kîna bomban hildiwein 
zarokên ku..
   li termên dê û bavê xwe digerin?!!!    
Ҫîrok dirêj e.
lê ne bêdawî ye.
 
 
Vejîna Kurd
 
11.08.2016
 
 
 

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark