Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dīroka kurdī.. Kes ū helwest.. Xelek 2. Žahź Med ź žorežger Xežterīt

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Bav û kurik:
Damezirênerê žahnižîna Med; Deyako sala (674/675 b. z) mir, û kurê wî Xežterît /Khahathria, ku li ba Girîkan  Feraort / Phraortes tê naskirin, žûna wî girt. Deyakonov weha diҫe, ku dema bavê wî bo welatê Ažûr hatibû sirgunkirin, ew li wî welatî hate perwerde dikirin, û hate amadekirin, ku bibe hikumdarekî mêldarê wan be, û tedbîr û polîtîka wan bixebitîne, Ažûriyan lawên pêžewayên gelên din jî wusa perwerde dikirinn. Dewleta Osmanî heman polîtîk li gelên lawên mîr û axa û begên Kurd bi kar dihanîn[1].


Dema, ku nakokiyên ji bo desthilata žahnižîna Ažûr serî hildan, žah Senharîb / Sennacherib (704 – 680 b. z) bi destê lawekî xwe hat kužtin, û kurê wî yê duwem Esîrheddon / Eserhadoon (680 – 669 b. z) žûna bavê xwe girt.
Evan nakokiyên ji bo desthilatê di navbera rêvebirên Ažûr de, Xežterit ber bi vejîna pirojeya rizgarkirina welatê Med ve têvedan, cefayên bavê wî Deyako jî ber ba nebûbûn.
Gewretirîn destkeftiyên Deyako ew bû, wî hemî êlên Medan dabûn ser hev, û têgeha mêldariya medî li ba Medan ber bi pêžve biribû, ew ji têgeha (êla dewlet) û ya (gundê dewlet) ber bi têgeha (Dewleta milet) de hildabûn.
Xuyaye, ku têkҫûna žoreža Deyako, û dîlkirina wî, rê li pêž dubarekirina nakokiyên Medan vekir, lê bê guman, rola polîtîka žahnižîna Ažûr jî di kûrkirina jihevxistina Medan hebû. Xežterît cefayên xwe ji bo du waran terxandibû:

Yekem, warê hindurîn: Xežterît careke din êlên Medan hanîn ser hev, û mêldariya bi ser milet ve, da pêž mêldariya bi ser êlê de, û sazûmanên dewletê hêzdar kirin. Hêjayî gotinê ye, ku žahnižîna Med di dema Deyako de penaheke (kîyan) hevgirtî bû ( li gor têrma nû federal bû), û rêvebirên wan êlan, di encûmena hevgirtinê de žah hildibijartin, û biryarên ҫarenûs digirtin. Xežterît artêža dewletê ji nû ve organize kir, û li gorî bingehine nû perwerde kir, û tektîkên cengê û tîrkevanî û perwerdeya siwaran û hunerên žerkariyê ber bi pêž ve birin.

Duwem, ware herêmî: Xežterît êlên sînordar ber bi xwe ve anîn, wek êlên Sîmmîriyon / Cimmerians û Sîkîs / Scythians, ku giringtirînên wan êlan bûn, û êlên Farisan ji heyžtemîn sedsala b.z de li bažûr rojhilata Med bi cih bûbûn. Xežterît da ser wan êlên Farisan, û ji bo parastina pižta Med, gava bide ser žahnižîna Ažûr, tev li žahižîna Med kirin. Hêrodot dibêje:
Feraort (Xežterît) bû žahê du gelan, her du jî hêzdar bûn, pižtî ku ev serkeftin bi dest xist, berê xwe da Asiyayê[2], ku dest bide ser, di her cengekê de bi ser diket, û welat li pêž hêza wî yeko yeko diketin, û cenga dawî ew bû, ku da ser Ažûriyan[3].

Ragihandina žorežê:
Di meha Newroza sala (673 b. z) de, Medan bi serperžtiya Xežterît dan ser žahnižîna Ažûr, heye ev yeka bi boneya  cejna Mewrozê ya, ku di kelepûra Kurd de, kevin e, bû. Ewana ji nižkave, bi nûtektîkên žerkariyê û bi nûhunerên cengê, dan ser artêža Ažûr, û žorežgerên Medan, bi awayên nû û aferînî, dan ser kelehên wan. Deyakonov dibêje:
Dorpêҫkirina kelehên Ažûr ji hêla Medan de bal dikžand, ji ber ku ne wek dorpêҫkirinên cengan bû, belê serhildan û žorež bû, ku li ser bingeha stiretacîk û hunerên cenganî bû. Bi vî awayî Ažûrî ji kelehên xwe baz dan, tevî ku artêža wan, wê demê, wêrek û hêzdar bû, û wê bažtirîn ҫek hebûn[4].
Žorež bi ser ket, û hemî deverên Med ên gelek fireh hatin rizgarkirin, û žah Xežterît, ji bo gêrkirina împeretoriya Ažûr û rakirina sitema wê ji ser gelên rojavayê Asiyayê,  bi xwe ket pêž artêža xwe û da ser Nînewa; paytexta împeretoriya Ažûr. Hêjayî gotinê ye, ku beriya wî, hêҫ žahekî din newêrîbû bide ser žahinžîna Ažûr, ji ber ku desthilata wê gelek sitemkar bû, û saw xistibû dilên gelên sînordar[5]

Têkҫûna žorežê:
Hikumdarên Ažûr dizanîbûn, ku ҫêtirîn alav ji bo têkbirina hêriža Medan bi ser paytexta wan de, ew e ku hevbendiyên wan li gel gelên sînordar hilwežînin, û artêža Medan bi dijminên hêzdar û sitemkar re, ango bi Sikêsiyan re mijûl bikin.
Ažûrî di vê pilanê de bi ser ketin, û rêvebirên Sikêsiyan li dij Medan sor kirin, û žahê Ažûr, Ažûrpanîpal keҫa xwe li žahê wan Madiya / Madyes mehir kir, da hevbendiya Ažûr-Sikês hêzdar bike[6].
 Ažûrpanîpal berê Sikês bi serperžtiya žahê wan Madyes  ber bi hêriža ser Medan  ji paž ve da, pêre jî hêzên Medan ketin navbera du artêžên žerkar û di cengan de xwedî taqet, Xežterît žikest û ceng ji dest da, û sala (653 b. z) di wê cengê de hate kužtin, pižtî ku 22 salan hikudarê Med bû.
Encama vê cengê ew bû, ku Sikêsiyan welatê Med 28 salan dagîr kirin (653-625 b. z). Bê guman ev yeka bi erêkirina hikumdarên Ažûr bû, ewana Sikêsî, ji bo alîkariya, ku împeretoriya Ažûr li ser lingan hêžt, bi žahnižîna Medan perû (xelat) kirin[7].
Bi vî awayî Med bendewarên pêžewayekî din man, da pirojeya rizgarkirinê bi rê ve bibe. Ew pêžewa Keyxusrew kurê Xežterît bû.
 -------------------------
([1]) Deyakonov: Miyaa, rû 275.
([2]) Deverên rojavayê Asiyayê.
([3]) Hêrodot: Tarîx Hêrodot, rû 80.
([4]) Deyakonov: Mîdya, rû 250, 251.
([5]) Heman jêder, rû 252.
([6]) Heman jêder, rû 260.
([7]) Taha Baqir û hinekên din: Tarîx Îran El-Qedîm, rû 40.  

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark