Konê Reþ
Silav û stranek pesin ji serokê herêma Kurdistanê re ku
(Referandûma Serxwebûna Kurdistanê) bi
lez dike.. Bêguman piþtî referandûmê, serxwebûn e... Ew serxwebûn li ser xêrê
be, li gelê kurd pîroz û bimbarek be.
Stranek evînê
ji serxwebûnê re.. Silav ji ilim û zanînê re.. Ji Kurdistanê re.. Kurdistana ku
ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e.. Kurdistana ku me ji þînê diparêze, geþbîniyê di hinavê
me de diçîne..
Hezar nefret li Sykes-Pîcot bibare.. Eva ku ji 100 salî ve bav û bapîrên me, eþ û jana wê kiþandine.. Erê, va piþtî 100 salî ji êþ û jana wê, emê bibin dewlet.. Êdî nema xewin Ehmedê Xanî, bavê netewa Kurdî ji me re xeyal e:
(Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat..)
Pîroz be, va îro em bi hêz û vîna kurdperweran geþbînin û ji referandoma serxwebûnê re dilîlînin. Ev referandoma ku piþtî 100 salî ji Sykes-Pîcot bi xurtî li dergehê dewletên cîhanê dixîne û dewletbûna Kurdistanê bûye nûçeya yekemîn di medya cîhanî de..
Pîroz be Kurdistaniyên hêja! Va careke din gotina Mîr Bedirxan (1802-1868) di warê pratik de li ser xaka Kurdistanê dibe rastî: (Dîn dinê Xwedê ye, em tev birayên hev in) Û wê Misilman, Xiristyan û Êzdî tev bi hev re li Kurdistana azad bi þahî dijîn..
Pîroz be, va wek ku Mîr Miqdad Bedirxan dixwest, dibe:
(Heyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiþ û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolmendin, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te`ala paþ niho her pazdeh rojade carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me`arîfeta bikim, li kûderê mirov die`lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîþa kurda bikim).
û daxwazên Hacî Qadirê Koyî, bi cî hatin:
(Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa dibine xerabe abad!
Enwa`î mîlel le gewre ta çûk
Xemilîwe memalîkî wekû bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û xeyb û `ar û bê deng..)
Ew serxwebûna ku Cegerxwîn dixwest êdî ne xewn e:
(Ala rengî ta bi kengî dê li ser sînga me bî,
Lê divê ew serbilind bî, ser serayê berze bî.
Serxwebûn doza me ye, lê Pêþveçûn bo me divê.
Herne pêþ, herne pêþ, herne pêþ..)
Silav û stranek pesin ji referandoma serxwebûna Kurdistanê re, ji avakirina dewleta Kurdî re..
Kurdino werin! Werin em dengê xwe bidin dewletbûna Kurdistanê û vê derfeta zêrîn ji dest xwe bernedin û bela (Sykes-Pîcot) yek din li talanê me nexîne û em li van rojên dîrokî poþman nebin.
Konê Reþ
Qamiþlo, 31.05.2016