Gulistan Awaz
Li þevbûhêrkeke berfane
raman ,
di kolanên hiþ de
li peyvine revok digerî
daku
pertewên royê yê xewkirî
vebirûsin...
Hêviyên ku Li peravan
windabûne ,
di serî govenda stêrkan de
bigerînin.....
Xwînrijandina ku ji çar salan ve
diherike
bi tiliyên henekirî
rawestînin...
Hîîîn...
û hîn tîpên koçberiyê
birizînin ,
biþewtînin ,
binax bikin û
li ser sînorên westiyayî
yên kaaal bûne,
vegerê biçînin.