Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Em (Sykes-Pīcot) Žermezar dikin ū Referandūma Serxwebūnź Pīroz dikin

 


Konê Rež
 
Stranek pesin ji hikûmeta Kurdistana Federal re ku bi partiyên siyasî re li hev kiriye û biryar dane ku (Referandûma Serxwebûna Kurdistanê) were beyan kirin. Bêguman pižtî referandûmê, serxwebûn e... Ew serxwebûn ser xêrê be, pîroz û bimbarek be.
Silav û stranek pesin ji xortên xwepêžandana protestokirin û žermezarkirina Sykes-Pîcot re li bajarê Kolnê... Stranek evînê ji serxwebûnê re.. Silav ji ilim û zanînê re.. Ji Kurdistanê re.. Kurdistana ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e.. Kurdistana ku me ji žînê diparêze, gežbîniyê di hinavê me de diçîne..


Û hezar nefret li Sykes-Pîcot bibare.. Eva ku ji 100 salî ve bav û bapîrên me ež û jana wê kižandine.. Erê, va pižtî 100 salî ji êž û jana wê, emê bibin dewlet.. Êdî nema xewin Ehmedê Xanî, bavê netewa Kurdî ji me re xeyal e:
Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat..
Pîroz be, va îro em bi hêz û vîna kurdperweran gežbînin û ji referandoma serxwebûnê re dilîlînin. Ev referandoma ku pižtî 100 salî ji Sykes-Pîcot bi xurtî li dergehê dewletên cîhanê dixîne û dewletbûna Kurdistanê bûye nûçeya yekemîn di medya cîhanî de..
Pîroz be Kurdistaniyên hêja! Va careke din gotina Mîr Bedirxan (1802-1868) di warê pratik de li ser xaka Kurdistanê dibin rastî: Dîn dinê Xwedê ye, em tev birayên hev in… Û Misilman, Xiristyan û Êzdî tev bi hev re li Kurdistana azad bi žahî dijîn..
Pîroz be, va hawar û qîrîna Mîr Miqdad Bedirxan jî, bûye rastî:
Heyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiž û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolmendin, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te`ala paž niho her pazdeh rojade carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me`arîfeta bikim, li kûderê mirov die`lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîža kurda bikim.
Mijde bo we va Sykes-Pîcot hilwežya, bi dawî hat û daxwazên Hacî Qadirê Koyî, bi cî hatin:
Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa dibine xerabe abad!
Enwa`î mîlel le gewre ta çûk
Xemilîwe memalîkî wekû bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û xeyb û `ar û bê deng..
 Ew serxwebûna ku Cegerxwîn dixwest êdî ne xewn e:
Ala rengî ta bi kengî dê li ser sînga me bî,
Lê divê ew serbilind bî, ser serayê berze bî.
Serxwebûn doza me ye, lê Pêžveçûn bo me divê.
Herne pêž, herne pêž, herne pêž..
Stranek pesin ji referandoma serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleta Kurdî re.. Nefret li Sykes-Pîcot bibare..
Kurdino werin! Werin em dengê xwe bidin dewletbûna Kurdistanê û vê derfeta zêrîn ji dest xwe bernedin.. Bela (Sykes-Pîcot)`yek din li talanê me nexîne û em li van rojên dîrokî požman nebin.
 
Konê Rež
Qamižlo, 14.05.2016

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahī Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark