Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bêdengiya navdewletî

 


Mislim Şêx Hesen *

Bêdengiya civaka navdewletî li ser kiryar û êrişên hovane yên komara Tirkiyê ku li dirêjiya şeş heyvan bi hemû çekan bajar û sivilên Kurdan bombebaran dike û dişewitîne, û her wiha planên qirêj yên valakirina bajar û deverên Kurdî ji hemwelatiyên wê û ji dêvla wan kesên Ereb û Tirk bi cih dikin, bi vî şêwazî dixwazin demografiya deverê biguhêrin, lê mixabin ev kiryarên wêrankirinê û talankirinê hemû li ber çavên civaka navdewletî diqewme, bê ku ti rexne  ji aliyên Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî li komara Trkiyê bike û xwesteka rawestandina êrişan jê were kirin.


Veça durûtiya Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî balkeş dibe ku  li gorî berjewendî û fişaran  biryaran werdigire û pîvanên xwe ne durist û dadmendin, çimkî pêwîst bû ku ta niha  dengkek ango biryarek ji Neteweyên Yekbûyî hatibe wergirtin têde hovetiya komara Tirkiyê ku li beramberî gelê kurd dike şermezar bibûya,û her wiha li vê dawiyê komara Tirkiyê di ware mafên mirovan de binpêkirin û zêdegavî pirkirin,û kenalên Tilvîzonî û Rojname rawestandin û bi dehan rojnamevan binçavkirin ta ku gîha parêzbendî ji ser securedemanterên kurd di hindirê saziyake Tirki herî mezin de rake, û roj bi roj rewşa mafên mirovan li Tirkiyê kambaxtir dibe.

Ev jî wê wateyê dide ku xaknîgariya komara Tirkiyê zor girînge ji pir welatan re û nemaze ji Emêrîka re, ji ber ku xaknîgariya Tirkiyê sînorên xwe bi Rûsya û Îranê re parve dike, û herdu welat metisiyan li ser hevlbendên Emêrîka peyde dikin û bi taybet Komara Îranê, lewra jî hertim Emêrka û piranî welatên Ewropa hewl didin ku tekliyên xwe başbin bi Tirkiyê re, ji bo vê yekê çavên xwe ji pir kiryarên qirêj û binpêkirinên mafên mirovan digirin û ev  demoqrasiya wan welatan birîndike û rûyên wan reşdike.

Ji aliyakî din ve wê baştir be ku komara Tirkiyê doza gelê Kurd biriya danûstandinê re çareserbike û xwîna ku diherikê rawestîne, sûdek mezine ji gelê Tirk u Kurd raye, çimkî çiqas zû doza gelê Kurd ya dadmend li Tirkiyê çareser bibe ewqas bi sûde ji komara Tirkiyê re, da ku welatê Tirkiyê bi aramî jiyan bike,ji bilî vê yekê wê ti aştî li ser xaknîgariya Tirkiyê peyde nebe.
* Endamê komîta polîtîk ya Partiya yekîtî ya Demokrat a Kurd li sûriyê 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark