Mehmûd Biro
Di roja dawî ya sala 2015 an de, emê salek ji temen û kar û xebatê lişûn xwe bihêlin. Jibo me wek ENKS-no, sala 2015 an , salek pirr bû ji xweşî û nexweşîyan. Nexweşîyên wê herdû komkujiîyên Şingal û Kobanî û Hewlêr Bakurê Kurdistan bûn, û teqînên corbicor yên xwekujîyê yên terorîstên rûreş û gemar û xwedê nenas li Qmişlo, Tirbespî, Girkê legê, Hesekê û deverên din ji Kurdistanê. Herweha lisedaredana bidihan xortên Ciwan li Rojhilatî Kurdistanê.
Yên xweşjî ewbûn rizgarkirina Şingal û Kobanî û Gırê sipî û deverên din ji Kurdistanê. Ev serkeftinên birûmet bisaya xwedê û pêşmerge û YPG û piiştgirtina gelê kurd ji herçar parçên Kurdistanê hatin pêkanîn. tola serok Barzanî rolk pirr mezin bû divanen serkeftinan de, ku ew bixwe gelek caran lisengerên pêşbû beramberî hêzên taristaniyê û teroristan.
Herweha arikariya bê sînor ya welatên Rojava û hevpeymanan biserkêşîya Emrika.
Me wek ENKS-no ligor derfetên xwe hinek kar û çalakî pêk anîn dı welatê Nerwic de, piraniya wan karan jî zêdetir diwarên diplomatîk de bûn, jibilî hınek karên din ku zêdetir girêdayî kar û xebata Kurdistanî bûn, wek merasîmên nemiran, cejna netewî Newroz, Roja ala kurdıstan, sımînarên corbicor liser rewşaKurdistan û Nerwîc.
Bigiştî em dibînin ku kar ne wek ku dihate xwestin me kir.
Lewma ji em hewl didin ku sala taze, di sala 2016 an dem kar û xebata xwe berferehtir bikin û Encumena xwe pêştir bixin bi tevlîbûna xort û keçên ji nifşên Nûri û çalak.
Ez sersala gelê kurd pîroz dikim, biteybetî ya daykên nemiran, û revenda kurd li derveyî welat beteybetî LI Nerwîc.
Omidewarim sala 2016 an sal azadîya gelê kurd û avakirina dewleteke kurdî bê.
Pêkve ber bi avakirina mala kurd û hêzek leşkerî niştimanî kurdistanî li Rojavayî Kurdistan, û pêkanîna damezrandina Kongira netewî kurdistanî.
DUBARE SERSALA WE PÎROZBE BIJÎ KURD BIJÎ KURDISTAN
Mehmûd Biro Serokê ENKS-No
|