Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Fonografa El aw

 


Konê Re

Di zaroktiya min de li gund, Elî Çawî xortê bavê xwe Ehmedê Pitê yê delalî bû – Ehmedê Pitê, yê ku kalikê min navê (Konê Re), lê kiribû, min jî navê xwe ji navê wî girtiye- Ehmedê Pitê Bavê Elî Çawî gelek zilm û zor ji destê cendirme û çawîên tirkan dîtibû, ji ber wan di beriya Mêrdînê, nav kurdên Rojava re derketibû û li Doda akincî bibû.. Vêca ji ber hezêkirina wî ji kurê wî Elî re bi naznavê (Elî Çawî), bang kurê xwe dikir. Divîbû ku kurê wî Elî xurt û bi hêz be wek çawîan..! Bi demê re naznavê bavê wî lêhat kirin û xelkê jêre got: Elî Çawî.. Ta ku berî çend salan li Qamilo çû ber dilovaniya Xwedê.

Hingê jî nû radiyo û fonograf derdiketin, Elî Çawî fonografek ji Qamilo kirî û anî gund. Her danê esirê sindoqa fonografa xwe derdixist navtara ber deriyê xwe, badoka wê ba badida, qawinê strana ku divîbû li ser rast dikir, derzî datanî ser qawin, berê borîzana wê dida serxetê; gundê Zorava, Qesra û Menderê û digot: Bela mirovên me jî guhdarî bikin.. Ezê di ana tirka n..  Bela bibeecin.. (Hingî stranên kurdî li tirkiyê qedexe bûn û deng ji Doda diçû van gundên Serxetê). Gundî jî, hûr û girs ji çar hawêr ve lê kom dibûn. Wî li wî, yê ku xwe nêzîkî fonografa Elî Çawî bike û vê ecêba kesî nedî bibîne..! Her yekî divîbû Elî Çawî qawinê strana li gor dilê wî deyne ser; hina jê dixwest ku qawinê stranên Kewîs Axa deyne ser, hina Seîd Axayê Cizrawî, hina Meryem Xan, hina Karabêtê Xaço, hina Mihemed Arif dixwest û wiha.. Lê Elî Çawî li kesî venedigerand, wek xwe dikir û ji wan re digot; ezê strana li gor dilê xwe deynim ser, ma we qirûekî xwe têde daye..
Fonografa Elî Çawî di gundên herêmê de jî deng dabû. Wek ku qantir bizê an xwê în bibe..! Xelik ji gelek gundên dûr dihatin Doda taybet ji bo dîtin û guhdarîkirina fonografa wî.. Gundiyan navê (Mekîna Strana) lê kiribûn, nizanîbûn bigotina (Fonograf) û ji hev re digotin ev ecêbek ji ecêbên dinyayê ye. Hina digot; dawiya dinyê ye, heyamê Dical e.. Hingî mele Xelîlê Nêf melayê gund bû, dor 15 feqayên wî hebûn, wî li wan vedigerand: (êx Elaeddîn dibêje; ji elametên dawiya dinyê ku alavên gawiran wek vê mekîna Elî Çawî, berdestî misilmanan bibin û misilman lê guhdarî bikin! Ev yek ji wan elameta ye.. Xwedê me bistirîne û vî cahilî ji rêka gawriyan vegerîne..)



 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark