Konê Reþ
Dibistana min ya pêþî gund û bênderên wê bûn. Ez ji wan fêrî zimanê Kurmancî, çîrok, çîvanokên folklorî, mamik, gotinên pêþiya û lîztik û hejmarên lîztokên zarokan bûm. Ta roja îro, gelek ji wan di bîra min de ne û min ew ezber kirine wek: (Hebû Kêzikek, hebû qirþikek, hebû tertikek, ba hat, qirþik firya, baran hat, tertîk hilya, hingê Kêzê kenya kenya rovîtirtirka wê qetya), an (Çîrokê çîvanokê, xetxetokê golika xalo, çû piþt malo, golkê go: err, kalo go: tir pîrê go: Kezîkê min kur) û wiha bi sedan. Hem jî çîrokên wek: Þengê û Pengê, Miþko miþkaviro, Kêzê kêzxatûnê û Pîra du diran... û her wiha me ev gotin jî ji hev re digotin:
- Pezê mîra li kû diçêre? - Li qelêç - Çi dixwe? - Nan û kêç - Çi dirî?! - Safî herî. -Dawta kê ye? An me ev çîroka (Rovî Rovî Rindik), ji hev re digot: (Rovî, rovî, rindik, serê terya Rovî bi gulpincik, rovî çûye mala xala, herin Rovî bi qute dara bi hejmêr heger ne bît û çare qetla Rovî helale.) Ji Mamikan jî, me wek van mamikan an þertokan davêt ber hev û ji hev re digotin: (zîq û zîq, du ling û heyþt çîq, çiye? (çotkarî ye), yek din: (Diçim serê banekî, dikutim bismarekê, deng diçe hezarekî, çiye? Dengê Birûsk û Tavê ye). Gundê min, gundekî nimûne bû ji gundên Beriya Mêrdînê re bi tev xisletên xwe ve. Ez ji xelkên wê fêrî gelek irf û adetên kurdiya orjînal bûm, wek: Dawet û þahiyên zewacê û stranên kêfê yên ku di wan de dihatin gotin, þîniyên miriyan û gotinên ku jinan li ser miriyan digotin, nexweþiyên zarokan û çareserkirina wan bi niviþt û duayên seyidan, paleya dexlan, gêrekirina sap û dêranê.. Digel berberiya gundiyan a xwe bi xwe ji betalî, xeþîmî û nezaniyê.. Di nav vê cenga zaroktiyê de, ez fêrî gelek irf û adetên Kurmanciya xelkên beriya Mêrdînê bûm û tev ji min re bû bingeh, di warê hebûna min a kurdewariyê de, nexasim piþtî ku min bi zimanê erebî xwend û serwextî irf û adetên ereban bûm, hingê ji min ve hat xuya kirin ku kultura me, bi deh taq ji ya wan zengîntir û bi rêk û pêktire..
|