Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Helbestavan zanyar olperst Seyd Eliy findik

 


Diljar Emîn

Dîroka mirovatiyê diyar dike,ku her miletek kesin navdar di nav wan de peyda bûne û wek hîmê yekemîn ji avakirin û pêxistina aristanî,çandî,huner û toreye miletê xwe re hatine nasîn.
Lê sebaretî çand û tore ye me ya kurdî,em dikarin bêjin ku li ser destê êx û melan pêketiye ( Ehmedê Xanî, feqiyê teyran, Melayê cizîrî....) mirov dikare bêje ku cizîra Botan navendeke alîkar bû di vî warî de,û roleke pir mezin ji belavkirina zanînê bêtir ji hemî bajarên kurdistanê leyistiye.

Ji ber ku dibistana sor li bajarê Cizîrê bû,li ser destê eref Xanê bedlîsî hatibû avakirin,bi çar zimanan lê dihate xwendin û nivîsandin ( Kurdî,Turkî,farisî,Erebî).
Hêjayî gotinê ye ku mirov bêje ku helbestvanê gewre Melayê Cizîrî li dibistana sor hatiye veartin.
Pitî vê kurte pêgotinê ez dixwazim bi kurtî li ser jînenîgariya zaniyar û helbestvan Seyd Eliyê Findikî rawest im.
Seyd Elî kurê Seyd Suleyman kurê Ibrahîm kurê Seyd Umer kurê Mela Hesanê Xetîb e.
Di sala ( 1892 ) de li Findka Botanê ji dayik bûye,Seydayê hêja biçûkaniya xwe li cem bavê xwe bûrandiye  li ber destê wî xwendiye, li cem mirovên xwe jî , û zanyarên olperest xwendiye,mîna Mela Isma,îl li gundê Bafê,Mela Necmedîn li Kercosê,Mela IbrahîmêKorikî li Biêriyê û li cem Hecî Fetah hînî zimanê Farisî bûye,li cem êx seyda jî xwendiya,Seyda demka dirêj wane dane zarokên malbata êx Seyda û Feqeyên wan.
Pitî ku li Finkê vegeriyaê li cem apê bavê xwe êx Hesenê Findikî xwendiye,êx Hesen keça xwe Rehîma dayê de û jê re kire jinç
Sê kur û du keçên wî hebûnê kurê wî yê mezin Ebdulrehmanê,bîst û sê salan mftiyê Cizîrê maye,di sala ( 1986 ) an de çûye dilovaniya xwedê.
Lê kurê wî yê biçûk Mihemed Baba niha jî li bajarê Cizîrê melatiyê dike.
Seydayê Findikî mîna alekê bilind bû,pirsgirêkên herêm û astengên herêmê ji hemî aliyan ve çareser dikirin,zimanê wî êrîn bû,dostaniya wî xwe bû.
Ji bilî ku zaniyarekî mezin bû,wisa jî helbestvankî gewre bû,helbestên di nav miletde bi nirx û buha bûn,ta niha jî gelek Feqe û Meleyan helbestên wî ezber kirine.
Seyd Elî di sala ( 1967 )an de çûye dilovaniya xwedê,li Cizîrê li kêleka gora êx Seyda li taxa Qelê hatiye veartin û li kêla gora wî ev her du malkên wî yên navdar hatine nivîsandin:
Di dunya yê heçî rabê              feqîr û êx û Axa bê
Ji ber mirnê xelas nabê            di erq û hem di xerbê de.
Ji bilî dîwana wî ya ku du caran hatiye çapkirin,heft brehemên wî yên ku di olperstiyê de nivîsandine,bê çapkirin mane.
Ev çend malikên tên ji dîwana sydayê Findikî ne:
Xemrevînek min hebû pir nazik û zîba xîsal
Ez pijandim firqeta wê nazika êrîn kelam
Bê kesim nabit li min qet pursiyar û hem su,al
Ez birîndar û xerîbim bê dewa û bê tebîbim
Kutiyê cewra reqîbim hêviya min zulcela
Her dema tête xiyalim suhbet û bezma wîsalim
Pir dinalim pir dikalim firqetê kirime hîlal
Wek Elî zanit kesî camek ji hicranê vexwar
Sa,etek dûra firaqê pirtire ji sala wîsal
Ey gelo dîsa dibitin ez bibînim dîlberê
Da bi destê dim li ser weqtê firaqê erz û hal
Her kesê mizgîniya weslê ji bo me bîtin
Ruhê xwe ez dê bidim jê re di ûna milk û mal.
   

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark