Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: avpketinek bi Farq Mela Haj re dost Seyday Cegerxwn

 


 Konê Re

Di sala 1976an de, pitî ku mala seydayê Cegerxwîn ji amê vegeriya Qamilo, pêwendiyên min pêre çêbûn û her pêlekê ez diçûm serdana wî. Di wan serdanan de, gelek caran navê (Farûqê Mela Hajî), wek dostekî Cegerxwîn yê nêzîk dihat holê.
Berî çend rojan, çav bi mamoste Farûqê Mela Hajî ketim, min jê xwest ku ji min re behsa dostaniya xwe bi seydayê Cegerxwîn re bike.. Camêr bi kêf bersiva min vegerand:


(Di sala 1976an de, min bi otomobîla xwe mala Cegerxwîn ji amê anî Qamilo.. Ew hevalê partiya Pêverû bû, ez jî dostê wê partiyê bûm û wiha pirrê caran em bi hev re bûn... Gelek caran min ew vexwendî xwarin û vexwarinê dikir û evbuhêrkên xwe me bi hev re derbas dikirin.. Wî, ji me re helbestên xwe digotin û her ku helbestek nû diafirand ji me re dixwend.. Cegerxwîn, çîrokên pirraniya stranên kurdî yên folklorî zanîbû û eger carekê dengbêjekî stranek a bigota, Cegerxwîn digot; a dibêje, ne wilo ye, bi gotinên stranê lîstiye.. Hem jî wî, dîroka pirraniya eîrên Kurdên Cizîrê zanîbû.. Dema ku ez zewicîm û ji (Meha Hingivîn) vegeriyam malê, Cegerxwîn hat mala me gundê cumayê û em pîroz kirin..
Min jî, ji Cegerxwîn re texsîr nedikir.. Min, ne kêmî hevalên wî yên Partiya Pêverû alîkariya wî dikir.. Min, gelek caran qeytanên qundereya wî, jêre girêdidan.. Ji ber ku ew qelew bû û destekî wî nivbawî bû, zor bû jêre girêdana qeytanan.. Bi rastî, gelek caran jî, mamoste Hemîd jêre qeytanên wî diidandin..
Dema ku min bihîst wê termê wî ji Swêdê bigihêje balafirgeha amê, em çend dostên wî; ez û avokat Osmanê Osman, Nazlî (Diya Fuad), digel keçên wî; Suad, Sînem, Rojîn, Gulperî û hin kesên din jî hebûn, em çûn amê pêwaziya wî.. Roja 04.011.1984, termê wî gîha balafirgeha amê.. Em dor 150 otomobîlî di pêwaziya wî de bûn.. Ew otomobîl bi me re meyan ta bi Heresta, bi tenê em çar man, me berê xwe da Helebê û Qamilo.. Li Helebê bi dehan otomobîl tevlî kerwanê me bûn.. Li 47, Hesenê Gemo li pêiya me bû, em lê sekinîn, biraziya wî helbestek Cegerxwîn got.. Di pey re em rastî mamoste Hemîd Derwê û hevalên wî hatin.. Li Hesekê kerwanê me mezintir bû.. Lê li ser pira gundê Agûlê, em di nav xelkên de winda bûn.. Û wek ku te dît! Dinya û alem hatibûn pêiya termê Cegerxwîn. Otomobîlên xelkê li wan bûn bele.. Di roja 05.011.1984an de, em gîhan Qamilo û me termê wî, di hewa mala wî de veart, wek ku wî xwestibû.. Di wan çend ezayî de, ez jî, wek pirraniya kurdperweran û hevalên Partiya wî, yên ku konê îniyê vedabûn, di bin konê îniya wî de rûnitim..
Vê paiyê xwestin ku gora wî ava bikin, min xwe da ber tev berhemên avakirina gorê û nûjenkirina mala wî, hem jî min bi xwe, çavnerîna karkeran kir.. Carekê mamoste Hemîd hat û got: Bi min xwe e ku ez bingehê gora Seyda av bidim.. (Wek ku hun di wêne de dibînin; Ez, Ebû Hiso, Ehmed Berzencî, mamoste Hemîd avê li bingehê gora seyda dike, rehmetiyê Temir Mustafa, Seydayê Kele û Musa Hûç..).

Wêneyê din, Newroza sala 1977 ye; (Ez, Osmanê Biro, Seydayê Cegerxwîn, Zibêrê Mele Xelîl û Avokat Osmanê Osman).. Erê, ez di xizmeta Seydayê Cegerxwîn de bûm, lê min nizanîbû ku ew wiha mezin e.. Pitî ku mir, nû em bi mezinbûna wî hisiyan.. Îro ez gelekî anazim ku ez yek ji heval û dostên Cegerxwîn bûm..).
Mamoste Farûq, gelek çîrokên xwe û hevalên xwe bi seydayê Cegerxwîn re ji min re gotin...

Qamilo, 12.06.2015  

 

 


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.55
Bi Tevah Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark