Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: Mistefa Oso: Dī Mīstora Beždariyź Di Jihevketinź Di Rźzźn Hevrikiyź De ū Zźdebūn Hevgirtina Rejīmź Dike

 


Bo rwestana li ser nûbûyerên siyasî û ležkerî ên dawî ku bi žoreža Sûrî ve girêdayî ne. herweha žêwirên Dî Mîstora li Cinêvê û mijarin dî yên  têkildar. Bežê Kurdî di nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Nižtimanî  Sûrî de ev hevpeyvîna taybet bi Mistefa Oso Cîgirê Serokê Hevbendiyê re kir.
 

- Bi nerîna we rejîma Sûrî  di žêwirên Cinêva niha de wê sistir be ji yên berê, nemaze ku di dema dawî de pažketinek wê ya diyar li bêtir ji deverekê heye?
Baweriya rejîmê ta vê kêlîkê tenê bi çareya ewlekarî tê, û hemû coreyên tundî û zorê derheqê milletê Sûrî yê žorežger bo pêkanîna azadî, dimuqratî, û avakirina Sûrya pêžerojê bê tundî û zordarî, dewletek ji bo welatiyên xwe be bi hemû pêkhatiyên  netewî, olî, mezhebî, û siyasî, guman nakim ev rejîm wek hemû rejêmên zordar li cîhanê dikare nermbûneke siyasî bo derxistina welat ji vê rewža bobelatî ku tê re derbas dibe diyar bike. 



- Gello pejirandina Hevbendiyê bo amadebûna nûnerê wê di žêwrên Cinêvê de, tenê bo kes nebêje ew ji çareyan direvin?
Na, qet, Hevbendiya Nižtimanî bo Hêzên žorežê û Hevrikiya Sûrî ji dil danûstendinê  bi çareyên siyasî re bo kirîza Sûrî dike, nerîna wê ya siyasî di vî warî de heye, ew jî li ser naveroka daxuyaniya Cinêv1 û biryarên Netewên Yekbûyî ava dibe, û hûn dizanin ku berî niha Hevbendî di kongira Cinêv1 de ku bi çavdêriya Rêxistina Netewên Yekbûyî di navbera wê û nûnerên rejîmê de çêbû beždar bû, û li ser wê baweriyê Hevbendiyê nameyek ji Dî Mîstora û tîma wî re žand, bo werin Istanbolê û li nerîna wan di vî warî de guhdar bikin, û bersiva wê nameyê erênî bû.

- Gello hîn Hevbendî ji ser ya xwe di çareya ažtiyane de nehatiye xwar, tev destkeftiyên meydanî yên  berbiçav ji ketîbeyên Hevrikiyê re li bêtirî deverekê, û pêžketin ji hêla ketîbeyên Hevrikiyê li gelek deveran berdewam e?
Em hîn di Hevbendiya Nižtimanî de bi çareya siyasî ji kirîza Sûrî re ne, û em dibînin ku serkeftinên ketîbeyên Hevrikiya çekdar li Bakur û Bažûr li ser hêzên komên çete yên fermandar, kaxezên hêzê di destê me de zêde dikin, bo pêkanîna destkeftiyên siyasî û hêviyên milletê Sûrî, û nerînên wî di Sûryak azad de ku cihê Esed û komên wî tê de tune be.

- Balyozê Emrîkî ê berê  li Sûrya Robert Ford ku helwestên wî ji Hevrikiyê nerênî bûn, di dema dawî de nerînên xwe ji rewža Sûrî tam guhertine, herweha balyoza Emrîkî Samensa Bawer,  ragihand ku tu çare ji rewža Sûrî re bê koçkirina Esed tune ye, hûn dibînin ku ev daxuyanî  nîžanên wan ên siyasî rast hene, yan peqpeqokin siyasî ne?
Helbet nižanên siyasî ji wan re hene, milletê Sûrî ê žorežger ji berî çar salan ve tekez kiriye , ew žoreža xwe ya pîroz ranawestîne ger ne bi rûxanidna rejîmê  be, ger çiqas dem dirêj bike, û çiqas qurbanî jî mezin bin, Civaka Navdewletî xwež vê rastiyê niha dizane.

- Eger žêwrên niha li Cinêvê biser ketin, û rejîmê bendên cinêva1 pêk anîn, gello Hevbendî dikare ketîbeyên çekdar bi çareya siyasî bê ya ležkerî razî bike?
Hevbendiya Nižtimanî Sûrî nûnerê siyasî ji miletê Sûrî û žoreža wî a pîroz re ye, danpêdanek Navdewletî pê  heye ji ketîbeyên çekdar jî wê rewa dibînin, ew dikare – eger lihevhatinek siyasî bi gerantiyên navdewletî çêbibe – ketîbeyên çekdar bi rawestandina çareya ležkerî razî bike.

- Weku tê nasîn, Dî Mistiora kutle û kesayetên siyasî yên ku wê bi wan re bicive pir kirine, gello wilo kir ta bigihêje nerînek gižtî bo hemû Sûryan,  yan mebesta wî jê pirkirina belavbûn û jihevketinê bû, û  dûrketina ji karîna dîtina çareyek rast û gižtî ye?
Em xwež nêtê vî mirovî, û çi di hindirê wî de ye nizanin, lê karê wî bi awayekî beždariyê di pirkirina belavbûn û jihevketinê  di nav rêzên Hevrikiya Sûrî dike, û dikeve xizmeta biserhevdana rijêmê de.

- Ebdilbasit Seyda dibîne ku Dî Mîstora hewl dide ku keyanin siyasî dî li ser pižta Hevbendiyê ava bike, û pir hewl dide – li gor gotina wî – aliyên siyasî ku berê tune bûn wan berz bike, gello ev bû hemû tižtê ku Dî Mistora dixwest yan bi rastî  tižtek li cem heye ku ji Sûryan re bi sûde ye, eger bigihên lihevkirinekê di nerînan de?
Li gor karê Dî Mîstora, kiyanin siyasî ku li ser erdê tunebûn diyar kirin, guman nakim ev kar bo bercewendiya miletê Sûrî û žoreža wî ye, belê ew belavbûn û jihevketinê di nav Hevrikiya Sûrî  de pirtir dike.

- Tu bi gotina Hižam Merwa re ye ku dibêje: Dî Mîstora danustendinê bi Hevbendiyê û Hevrikiyê re di gera li çareyekê li Cinêvê bi awayekî ji dil nake, yan nerînek te ya cuda  ji ya Merwa heye?
Her kesê ku karek pê tê spartin dixwaze ew kar biser bikeve,  lê awayê ku Dî Mîstora danustendinê pê bi Hevrikya Sûrî re dike, bawer nakim ku  tu asoyên wê yên serkeftinê hebin.

- Tu dibînî ku pirisgirêka alê armancin wê yên siyasî ji wilo mezintir hene, tev ku serokê Hevbendiyê lêbûrîna xwe xwest, tev wilo jî kaniyên rexneyan ji derve nesekinîn , herweha pistepist di nav endamên Hevbendiyê bi xwe de jî?
Mixabin pirsgirêka alê bo armancin siyasî û rêxistinî di hindirê Hevebndiyê de bikar hat, dibe ku serokê Hevbendiyê žaž bûbe, lê lêbûrûn ji miletê Sûrî xwest,  nabe em vê mijarê ji wilo mezintir bikin, tevdana vê mijarê bi vî awyî qet ne di berjewendiya  Hevbendiya Nižtimanî û žoreža Sûrî de ye, bi taybet ku em li ber deriyê hilbijartinin nû yên Hevbendiyê ne .

- Gello al behane bû, yan astengiyek ji Serokê Hevbendiyê re bû, yan mebest ji gurkirina wê pêkanîna vê perçekirinê bû, ku bi rastî qelžek xist lažê Hevbendiyê de?
Ger çilo be, divê ev mijar zû bidawî bibe, hêz bi ser hev de bên, û hazirî ji gefên qonaxa bê û destkeftiyên wê re di hemû waran de bibe, qonax bi bûyer û pêžketinên xwe gelekî hestyar e,  dive hemû ked û kar bikevin xizmeta vê yekê de.

- Mamoste Mistefa tu çi li ser xwedûrxistina cîgirê Serokê Hevbendiyê Nexem Xadirî ku yekser pižtî çîroka alê hat dibêjî?
Cîgirê Serokê Hevbendiyê Nexem Xadirî cihê rêzgirtina hemû endamên Hevbendiyê ye, em pê serbilind in, û helwestên wê cihê rêzgirtinê ne. xwedûrxistina wê xesaretek ji Hevbendiya Nižtimanî û žoreža Sûrî re ye, em hêvî dikin ku ji biryara xwe vegere, da kar -tev hemû keleman- bi hev re bikin , ji bo xizmeta milletê me yê birîndar û pêkanîna hêviyên wî di azadî, dimuqratî û rûmetê de.

- Ji ber Dî Mîstora hejmara kutle û kesên ku wê žêwran bi wan re bike pir kirine, ta ku diyar bike ku Hevbendî kutleyek ji dehên kutleyan e, gello li ser vê bingehê dilmaniyek di hindirê Hevbendiyê de ji beždariya Encumena Nižtimanî Kurdî bi žandek serbixwe heye?
Rast e ev hejmara pir tevlîheviyekê çêdike, lê derbarê beždariya Encumana Nižtimanî Kurdî  di žêwrên Cinêvê de bi Dî Mîstora re, me ji bilî dilrihetiyê li rex Hevbendiyê nedîtiye, Encumena Nižtimanî  Kurdî bežek ji Hevbendiya Nižtimanî ye, nerîna wê ya siyasî ta radeyeke mezin di gelek xalan de wek ya Hevbeniyê ye.

- Fuad Elîko Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiyê de ragihand ku wê žand nerîna xwe bo Sûrya pêžerojê pêžkêž bike, û helwesta xwe ji navê dewletê diyar bike bo bibe Komara Sûrî ji dêvla Komara Erebî Sûrî, gello ev helwest lihevkirinek di Hevbendiyê de li ser heye, yan hîn cihê goftugokirinê ye.
Wek min got nerîna siyasî a Encumena Nižtimanî Kurdî bo çareya siyasî  ji kirîza sûrî re di gelek xalan de wek nerîna Hevbendiya Nižtimanî Sûrî ye, û belgeyek siyasî di nav her du aliyan de imzekirî heye, ku yek ji xalên wê navê dewletê bibe Komara Sûrî, xala cuda ku wê žanda kurdî veguhêze ew e, nerîna Encumena Kurdî bo žêweyê dewletê ku ew fedralî be.

- Renda Qesîs a rikbera rijêmê di rojnameya El –Nehar a Libnanî de got Fidralî çareya pêžeroja Sûrî ye, hin kes ji hevbendiyê bi vê nerînê re hene, yan tenê dimîne nerînek normal ji hunermendeke Sûrû re?
Ta niha, tu lihevkirin di navbera Hevbendiya Nižtimanî Sûrî û Encumena Nižtimanî Kurdî derbarê žêweyê dewletê çênebûye, Encumena Nižtimanî Kurdî dibîne ku bažtirîn žêwe ji dewleta Sûrî di pêžerojê de " Nenavendiya Siyasî ye", lê Hevbendî li ser " Nenavendiya Rêvebirî" bo Sûriya Pêžerojê tekez dike. Tižtê ku Renda Qesîs derbarê žêweyê Fidralî bo Sûrya pêžerojê  gotiye, nerîna wê a kesayetî ye.

- Tu Ecinde û Pêžiniyarên te hene ku tu li gor wan kar bikî, pižtî tu ji hêla Encumena Nižtimanî Kurdî  û Desteya Gižtî ya Hevbendiyê bo Cîgiriya Serok hatiye hilbijartin?
Helbet ecinde hene, û ez ê ji wan re kar bikim, ew jî bo pêkanîna lihevkirinê di Hevbendiyê de ye, û dûrbûna ji nakokî û žerê di nav kutleyên hilbijartinê ên cuda di Hevbendiyê de, ji ber ew ne di xizmeta Hevbendiya Nižtimanî û žoreža Sûrî de ye. gelek Ecinde li ser asta xizmeta miletê Sûrî û žoreža wî a pîroz jî hene, herweha pirsgirêka Milletê Kurd û mafên wî ê netewî di Sûryaya pêžerojê de, ez ê li ser pêkanîna wan li ser erdê ne tenê bi durižman kar bikim.

- Pirsa dawî Mamoste Mistefa, tu dibînî ku žêwrên niha li Cinêvê lidar û berdewam in, wê gava dawî bi rejîmê re be.. eger  bendên Cinêv1 qebûl kirin yan jî qebûl nekirin?
Ev yek li ser pêžveçûnên cuda yên ku wê qonaxa bê wan bîne holê dimîne, wek min berê jî got, baweriya rejîmê bi çareyên siyasî nayê, ji destpêka žoreža Sûrî de û ta niha ew baweriyên xwe bi çareya ewlekarî ve girêdide, lê em di Hevbendiya Nižtimanî Sûrî  de, ji hêla xwe de, ta kêlîka dawî li ser çareya siyasî tekez dikin.
Jêder: Hevbendî

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark