Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber digotin me: Teslmiyet!

 

Cankurd

Di dema gebûn û gurrbûna PKK de, peyva „Teslîmiyet“ pir ji devê kadroyên wê derdiket. Gava em ji wan dipirsîn, gelo hûn bo çi davêjin ser KUK û DDKD, ji me re digotin: „Evana teslîmiyetcî ne!“ Heta ku derê ev rewa ku dihat bilêvkirin rast bû, me ba nedizanî, û wan hêjayan jî ji me re xweik û zelal nedikanîn ba  kat bikirana, ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkî (Kurdî) nedizanîn, û her bawer bikin, ku kesekî niha di nav wan de xudan nav e, ba nedizanî peyva „Kurdistan“ bigota, wî „Kürdîstan“ digot, û gava min xwest ji wî re rast bikim, gote min: „Bira, min ev gotin li Almaniya bihîst, berê min tew nedizanî „Kürdîstan“ li ku ye û çî ye.“  



Teslîmiyet“ ew raman û siyaset e, ku seriyê xwe xistiye tewala dewletê, û di koka xwe de peyveke Erebî ye, ne Türkî ye û ne jî Kurdî ye, bi wateya „Xwe spartin“e û „Dest ji ber xwe berdan“ e. Ciyê xwe yê rast di Türkî û Kurdî de jî girtiye, ji ber siyaseta „Erebkirinê“ ya demdirêj di welatê me de.
Li ba Apociyan, her kesekê/keseka ne li gel wan bû neyar bû, lê gava ew kes di nêv partiyeke Kurdî ya ne li pey PKK bû, ew „Teslîmcî“ bû û partiya wî xudan siyaseteke „Teslîmiyetê“ bû. Divê her Kurdek biba Apocî, û her jineka Kurd jî biba „Heval“. Ta niha ez nizanim, bo çî Apociyan peyveke ne Kurdî li ûna „Heval“ bi kar ne anîne…  
Me ji wan dipirsî,  birano! Qey hûn kadroyên partiyên Kurdan, li bakur û rojavayê Kurdistanê dikujin? Ji me re digotin: „Evana xayînin, bê eref û bê namûsin, ji ber ku evana li hember ramanên oria me derdikevin, xwe „teslîm“ dewletê kirine û Teslîmcî ne“. Lê gava me digotê, ku vaye serokê we di hembêza Hafiz Esed de danitî ye. Digotin me: „Ev polîtîk e.“   
Niha ji teviya gelê Kurd re diyar bûye, ka „Teslîmiyet“ çî ye û „Teslîmcî“ kî ne, lê pirs dimîne ew: „Gelo, ma qey di nêv PKK de kesek nîne, ku dîsa dengê xwe bilin bike û li ser „Teslîmiyetê“ gotinekê bi mêranî bike?“
Bimînin di xêr û adiyê de
Cankurd

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark