Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: end gotin di 13 saliya kokirina Seyday Trj de (1923 2002)

 


Konê Re

Wek ku diyare, tev în û adiyên kurdan di meha adarê de ne, ta bi koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23 ê vê meha Adar de bû. Ango ev 13 sal in ku seydayê Tîrêj ji nav me barkiriye. Bi vê helkeftinê kêfxwe dibim ku xwendevanan serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav kurdên Binxetê de bikim.
    Seydayê Tîrêj helbestvanekî Kurd e ji nifê Kevin, ew nifê ku ji destpêkê de pî bi nivîsandina Kurdî Latînî kiriye. Roja îro piraniya wî nifî koçkirine wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Reîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn, M.Ehmed Botî, Melle Ebdulhadî, Melle Ehmedê Namî…



   Seydayê Tîrêj jî, heval û hogirê van kesan bû û bi wan re ketiye kar û bare xebat û berxwedanê de, di meydana ziman, tore û rewenbîrîya Kurdî de xebitîye; bi teybetî nivîsandina bi zimanê Kurdî, û ji wî heyamê dûr ve berhemên xwe di kovarên Bedirxaniyan de belavkirine, ew kovar û rojnameyên ku di navbera salên(1932-1946) an de li amê û Bêrûtê çap û belav dibûn, wek Hawar û Ronahî li amê, di bin berpirsyariya Mîr Celadet Bedirxan de, (Roja Nû û Sitêr) li Bêrûtê di bin pirsyariya Dr.Kamîran Bedirxan de.
   Ango: ji wê hinge ve dan û sitandin û têkiliyên Seydayê Tîrêj bi rewenbîr, welatparêz û kultura gelê Kurd ve heye û di nav refên rewenbîrên Kurdan de xebat û bizav kiriye..Hêjayî gotinê ye ku Seydayê Tîrêj di sala 1942 endamek bû ji endamên partiya (Xoybûnê) li bajarê Amûdê.
   Wiha ji hinge de ta roja îro pênûsa Tîrêj nerawestiyaye û her û her wê pênûsê, kul, xem û janên gelê Kurd bi dewêta re û în nivîsandîye.
Hem jî pesnê gelê Kurd, orea Barzanî. Newroz û sersala Kurdan, çiya û newalên Kurdistanê daye.
   Ji roja ku seydayê Tîrêj, bîrewer bûye, di rewa gelê xwe de ponijîye û xemên gelê Kurd xwarine.
Em serwxtî navê Seydayê Tîrêj û helbestên wî bûn. Û wiha ta ku dîwana wî (Xelat) di sala 1984 an de çap û belav bû û di peyre Zozan û Cûdî.. Hem jî em bi dengê Saîd Gabarî û vê helbesta seydayê Tîrêj, eva ku cihê xwe di dilê guhdaran de bi xurtî hitiye û bandora wê di civata kurdî de heye:
Ey bilbilê diladî wer bes bike fîxan
Derdê me girane bira, birîna me kure..
   Wiha pitî ku helbestên SeydayêTîrêj bi dengê Mihemed êxo, Saîd Gabarî û gelek dengbêjên kurdan yên din hatin gotin, ew kesên kurd yên ku evîndarên peyva kurdî a resen bûn, dane ser opa seydayê Tîrêj û xwestin ku ew jî mîna wî û seydayê Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Umerê Lalê bibin helbesvan..û wiha di vê navê de bandora helbestên Tîrêj bez û ekere bû..
   Di berzbûna navê seydayê Tîrêj de û navên mîna wî yên li jor me gotin, û bi çapkirina dîwanên wan re, evîndarên zimanê kurdî û hezkerên hunandina peyva kurdî peyda bûn û bi belavbûna zimanê kurdî û toreyê re gelekan dane ser opa seydayê Tîrêj û Cegerxwîn..Ta ku vê paiyê, nifekî nû bi rengekî nûjen berhemên xwe yên helbestî hunandin..
Bi vê helkeftina 13 salan ji koçkirina Seydayê Tîrêj, em bihuta rengîn wek mal jêre dixwazin.
 
Konê Re, Qamilo, 23.03.2015

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark