Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û 36 Sal Ji Koçkirinê

 


Konê Reþ

  Bi min xweþ e ku bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (04.12.2014), 36 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweþ e ku em di vê rojê de, li hin þîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî, ji rojnameya wî (Stêr), hejmara 3an, sala 1943an, a ku li Beyrûtê bi zimanê Kurdî û Fransî diweþand, girtiye, pêþkêþî we dikim û ez bi xêr û hûn bi selametî.
Konê Reþ


 Fermo bixwînin:
Ma ne wilo ye?
  .. Gava qedrê yekî digrî, bîne bîra xwe, ko tu jî mîna wî mirovek î; û xwe di pêþiya wî de zirav me ke. Qedrê mirovên hêja tête girtin; û mirovên hêja, mirovên mezin in; lê ne hewce ye ko emê xwe bikin ebd û xulamê wan. Yê ko canê xwe hêj nedaye welatê xwe, divê dest ji xebata welatê me kiþîne...
  Heke tu beg an axayek î; tu çi mirovî; ji halê gundî an koçerên te, tête seh kirin; heke ew têrin; maline paqij de rûdinin, cilên pak li xwe dikin û hinik xwendin û nivîsandinê dizanin, tu mirovekî pir qenc î; heke gundiyên te, an xelkê eþîra te birçîne, belengaz in, xaniyên pîs de rûdinin; nezan in, tu mirovekî pir xerab î, di pêþiya Xwedê û milet de, berpirsiyar î; û bizane ko tu ji dizan kêmtir î; ji ber ko diz, diz e; û hew; lê tu xwe dikî mezin û hema xwîn û goþtê welatiyên xwe dixwî û vedixwî; û heke te ji xwe pirsî ez bi kêrî çi têm; tu ê bibînî ko tu bi kêrî tiþtekî nayî û di nezaniya xwe de, gora kur û neviyên xwe dikolî; û wê demê divê tu hiþyar bibî, tobedar bibî; û bibî xulam û xidmetkarê milet û welatê xwe; yê ko ev çend sal in kal û kalikên te bi xwedî kiriye û îro jî te bi xwedî dike..
  Her wekî tu nezan î, û ji destê te tu xebat nayê, tê bibî perîþan û þerpeze; milet ne guhanên çêlekan e; te ewî dot; lê êdî bes e; divê êdî tu bikêrî vî milet û welatî bê.
Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan

  Belê mîrê min! Wilo ye, gotinên te bi serê xwe rast in.. Hêjî, em ji ber jana ezezîtî û nezaniyê dinal in.. Hêjî, hewcedariya me bi kesên mîna te heye.. Rehma Xwedê li giyanê te be.

Konê Reþ, Qamiþlo, 04.12.2014   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark