Tengezar Marînî
Gelek xwiþk û bira pirseke gelekî rewa û di cihê xwe de dikin:
Çima USA û Europa, bi hawarê rikberiya Sûriya ve nehatin û nayên, lê di
2 rojan de bi hawara kurdan ve hat?
Çima têkiliyên xwe bi Herêmê re girêdidin û li dij PKK û baskên wê li
Sûrî radiwestin?
Bi kurtî: Bawerî bi rikberiya Sûrî nîne, ji ber ji destpêkê ve, neyek
in, islama ko zû hate veguhestin bo ya tundrew, li ser asteya siyasî jî, çu
projekt ji bo Sûriyayeke nû nebû û ta niha jî nîne.
Lê çavdêriya wan li serpêhatiya Kurdistanê, bo wan diyarkir, ko dikare
sîstemeke siyasî fereh, sûkeke azad û tolerensek li ser bingeha rêzgirtin,
pêkvejiyan û ruha lêbuhurînê, bête avakirin, eger alîkarî û piþtgirî hebe.
Pirsa ku alîkarî bi PKK û baskên wê re
nabe, gelek sedem hene:
1. PKK bi kêþeya welatekî Nato ve girêdayî ye û Pakta Nato bi peymanan
bi hev ve bend in.
2. PKK bi xwe rojekê xwe dostê welatên cîhana azad nedîtiye, ne ji hêla
îdolojî ve û ne ji hêla berjewendiyan
3. Mixabin hîn PKK di lîsta terorê de ye û gavên tavêje, nebes in, ku jê
were avêtin. PKK di van mercên îroyîn de, dikarîbû siyaseteke din bi rê ve
bibra, ko bûbane bingeh bo derxistina wan ji lîstê.
4. Daxuyaniyên serkêþên wan ( Bayik, di hevpeyvîna bii FAZ re), ku digel
xîtaba hevdemî nagunce.
Sedema lihawarhatina Kurdistanê, ko kêm Ol hatin
qirkirin (êzdî û xirstiya) û deverên pîroz yên olên xiristiyan, Kakaî, Sabî,e
hatin roxandin, bi sedê hezaran koçber bûn
Ji bilî
wê jî. Herêma
Kurdistan statuya wê ya siyasî wek herêmek di hundurê sîstemeke fedralî de
heye, wate mafê vê herêmê ye nûnerên wê li her welatî hebin û nimûne gelek
in..welatên yekîtiya elmaniya nûnertiya wan li yekîtiya Europa heye û berovajî,
wate avakirina lobî.. ji bîra gelekan diçe, ku li Kurdistanê leþkerekî Emerîkî
di 9 salan de nehate kuþtin. Pêwendiyên Kurdistan yên bi
hêz bi Vatîkanê re. serayî van jî, pêkvejiyana netewe û olan li
Kurdistanê, ko cihê xweþaliya gelek welatên cihê qerarê ye û ji wan Vatîkan. Li
vir hêjayî gotinê ye, ku têkiliyên zanîngehên Kurdistanê di gel zanîngehên
cîhanê, ko bû sedema balkêþana saziyên zanistê û bi taybetî sosiyologan, ta
giha wê radeyê, Prof. Dr. Phil. Hartmut Griese, 6 mehan semînarên xwe, li sala
2009an, di bin navê " Pêkvejiyana li Kurdistanê, dikare bibe nimûne bo
Elmaniya û Cîhanê". Wate Kurdistan di warê zanistî de jî, lobiyek
avakir. Seredana þandeyên siyasî an jî
ragehandinê û belavkirina raportan li ser Kurdistanê, bi kem û kuriyan ve jî û
li vegerê, endamên þandan bûn baliyozên kurdan li wan welatan û ew bû sedema ko
aborîvan berê xwe bidin Kurdistanê û alîkar bin, ko yasaya Investasiyonê modern
li Kurdistan ji hêla Perlemanê ve bête teqezkirin.
Siyaseta hêminane û kêþemijtinê, dostên herêmê pir
kirin.
Ev nayê wê wateyê, ku kêmasî nebûn.. Belê kêmasî
zor bûn, mîna xalûxwarzêtiyê, neserbixwebûna dadgehê bi temamî, gendelî û....
Ev rûdaan û kareseta ku bûyî, xalên zeîfiyê bêhtir diyarkirin.. Birîn kûr e,
derb giran e û bi hêviya kesek li ser van êþan pêkolê neke, bend û bendîtiyê
bike... Yê mezin dikevin, yê biçûk radibin, yê rast tûþî alozî û zehmetiyan
dibe, lê dê her serketin di dawî de para wî bî.