Mirovek welatperwer, canek sivik, nefsek tenik û dilpak, seyda wilo dihate nasîn. Reflekta vê jiyanê di hinek helbestê seyda de belû bûn û seyda timî li ser xebat, jiyan û astengîyên qada jêrîn helbestên xwe tevin dikirin? Bi rastî ew berxwedana ku seyda nikarîbû pêk bînê di jiyana xwe a piçûktîyê de dijî astengîyên jiyan û stemkarîya rêjîmên ku xaka Kurdan xistibûne bin destên xwe; seyda bi xurtî di helbestên xwe ên žorežgerî de bi kar tanî.
Xwendina wî ya Olî ew beșdarî xwendin û nivîsandinê dikir û pêre pêre hîndarê beșê Kurdî bû???Têkilîyên wî bi Seydayê Cegerxwîn re ew kire evîdarê ristina helbestê!?? Bi xweșî, bi zehmetî, Qûnax bi qûnax seyda riaya xwe vedike û cihekî xwey taîbet di ristina helbesat resen de çêdike????.
Seyda bi can sifvikiya xwe li sînorê helbestê ne rawestiya lê bi gelek qûnaxan ew derbaskir!; Weke welat perwerekî ala netewî rakir û dikete ser pișta kar û xebata neștîman perwerî!,
Helbest di jiyana seyda de bu weke kezî zerekê û di peyre bû evîndara wê,
Di warê kevnetora Kurdî de seyda gelek metelok, û gotinên bav û kalan Kû bi salan ew gotinên granbûha di hiș û mêlakên wî de cih girtibûn û ji nûve ewî anîne der șîrovekirin û pêșkêșî her kurdekî kir; di hêviya kû bi karibe ji xwere bike rêzan û rêber di jiya xwe a rojane de?.
Gelek bîranîn ê me û seyda bi hevre hebûn ji wan ev wêne ê kû tevlî seyday ê Kelež û birek ji hunermend, helbestvan, nivîskarên bi nav û deng di festîvala bîranîna amadekirina Mîr Celdet ji žoreža agrî re.

Ji çep ber bi rast: Hadî Behlewî – Hunermend Heznî – Hunermend Hisên Tewfo – Xelîl Sasûnî – Hesen Naso – Faîrûz Navmalî – Seydaê Kelež – Ferhad Içmo – Lewend Dalînî – Beha Žêxo – Mûsa Oskê – Konê Rež – Brahîm Mehmûd – Dildarê Mîdî – Endazyar Naso – Hunermend Adil Heznî .
Ê ku wêne kižand Kamîran ê Haco bû.
Bûyer: derbasbûna sed salî di amadekirina Mîr Celadet ji bona žoreža Agrî re li gund ê Mizgeft ê (Hêla Cerahê) ku em tevde mêvanê rehmetî Mecîd ê Haco bûn.
Hezîrana 2014 an
Beîrûd - Lûbnan
Lewend Dalînî