Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Divź doza me ya netewī ū ya nižtīmanĪ her sernīžan be

 


Dr. Kamiran Haj Abdo*

Ji zû de ye, em kurd bi gelek babetan têne MIJÛLKIRIN. Bê guman ev yeka ne ji xwe berê ye. Ew ji bo wê yekê ye ku em doza xwe ya sereke, doza xwe ya netewî û kêžêya xwe ya nižtîmanî ji bîr bikin û bi tižtine tenižt re mijûl bibin. Bi vî rengî jî barê rêjîma totalîter û xwînrêj dê siviktir bibe, gava 3-4 milyon kurd berê xwe ji doza xwe ya netewî (kurdî-sûrî) û ya nižtîmanî (sûrî) bidin yal...
Ev demek e tê gotin: Dewleta Îslamî ya Îraq û Žamê (DAÎŽ) filan herêma kurdî dorpêç dike, bêvan herêma kurdî jî dike armanc...


DAÎŽ kurdan dikuje... YPG herêmên kurdî diparêze... Divê em xwe biparêzin... Divê em tev bibin YPG... Filan hêza kurdistanî xendekan dikole... em tên dorpêçkirin... Divê em wan xendeka bixetimînin... Filankes terorist e, divê bête girtin û bidûrxistin... Em li der sînor mane, nahêlin em vegerin welêt... emê vegerin, bi çi temenî dibe, bila bibe... Filankes hate kužtin, bêvan hate mižextkirin... Zagona partiyan derket... Yasaya hilbijartina derdikeve... û hwd.
Gelo çima em çera doza xwe ya netewî nabin, doza gelê kurd li Sûriyê. Ev doza ku em hemû partî – xwadêgiravî – ji bo wê hatine damezrandin?! Gelo çima em ji zû de nema çera rewža welatê xwe Sûriyê dibin, çêra žoreža wê û žerê navxweyî nabin... Çima em çêra awayê çareserkirina kêžeya Sûriyê nabin... Çima em bi wê yekê mijûl nabin, çawa em kari bin welatê xwe Sûriyê ji vê dojehê rizgar bikin û ligel hevparên xwe yên ereb û siryan-ažûrî hewil bidin ku welatekî demokrat – îro berî sibede – ava bikin, ku tê de hemû mirov û pêkhateyên netewî û olî azad û wekhev bin?!
Îro divê ji me kurdan re KURDAYETÎ û SÛRIYA DEMOKRAT di ser hertižtekî din re bin. Gelo ma hebûna partî  û rêxistinên kurd serûber ne JI BONA SÛRIYEKE DEMOKRAT Û BIDESTXISTINA MAFÊN GELÊ KURD LI SÛRIYÊ YE?! Ma mirov dikare – bi çi buhaneyê dibe, bila bibe – sedem û egera hebûna xwe ji bîr bike û wê ji xwe re herdem neke navnîžana xebat û têkožîna xwe?!
Kurdo, were em bi hev re ji bo doza xwe ya navendî, doza kurdên Kurdistna Sûriyê û doza Sûriyê bi gižtî bixebitin…

Bijî KURDAYETÎ berî hertižtekî din… Xebat bona SÛRIYEKE DEMOKRAT, PIRLAYANE Û NENAVEND

* Endamê Serkirdayetiya Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark