Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Eger du kesan gotin te: Kumê te ne li seriyê te ye, destên xwe bavêje serê xwe (Gutepistek di guhê P Y D de)

 


Heyder Omer

Ev sernavê jorîn pendeke kurdî ye, ku zargotin û kelepûra kurdî jê dagirtîne. Pend encama serhata (tecrûbe) gelan û felsefeya wan di tenga gerdûnê û jiyanê re ye.
Yek ji giringtirîn taybetiyên pendê ew e, ku mirov dihurhutîne û ber bi ramanê de têve dide, û raman jî, li gor Eflatûn,  mirovê derûnxweþ û yê derûn-nexweþ ji hev du vediqetîne, vê lomê jî  dibêje: „Eger em neramin, em dîn in, û eger em nexwazin biramin, em radîkal in, û eger em newêribin biramin, em kole ne“. Mirovê derûnxweþ evan her sê rengdêran napejirîne.


Ev penda îro li ber destên me, pêþî, mirov dihrhutîne, da birame,  û her tim li serê xwe siwar nebe, û nebêje ya min rast e. Ger hate hate gotin te, ev nerîn an jî kira te ne rast e, carekê birame, û bide ber nerîn û kirên kesên din, heye tu þaþ bî, ew kesên din rast bin, û heye berevajî be. Berhevdan û gengeþeya boçûnan dê wan serast bike.
Eger em bixwazin wateya vê pendê fireh bikin, emê bibînin, ku ew bi xwe banga hevpeyvîn û gengeþe û bihevguhertina nerîna ye, û wek hatiye zanîn, ku ev her sê kirên rewþenbîrî; ango hevpeyvîn û gengeþe û bihevguhertina nerînan, pêgirtina nerînan, û nepejirandina nerinên kesên din napejirîne. Ev her sê kirên rewþenbîrî, ji bo bidestxistina encamên, ku têne xwastin, riya herî rastir e.
Va ye, yê ku kelepûra me, û ev pend jî,  þanî me didin. Eger hemî miletên cîhanê, di dem û nîrên teng û dijwar de hewcedar in, ku vegerin kelepûra xwe,û bi xweziya wergirtina alîkariyê vekolin,  miletê Kurd îro, û di van nîrên, ku Rojava yê Kurdistanê û Sûriyê tê re derbas dibin de, hewcedartir e, ku vegere kelepûra xwe, ya ku dewlemdiya wê baþ dizane.
Ne biçûkbûn û mezinbûn mercên hevpeyvîna ne, û ne  hindikbûn û pirbûn, û ne jî lawazî û bihêzbûn, li vê meydanê, tenê zanîn merc e, zanîn jî, wek çawa Kurdan berê gotine „ne ji biçûkbûnê û ne jî ji mezinbûnê ye”.
Her weha, eger aliyekî hevpeyvînê xwe bispêre hêzê, ne encamên dadwer ji ber wê hevpeyvînê derdikevin, û ne jî tebata, ku tê xwastin, cihê xwe digire, bi ser de jî, hêz nikare her dem, daxwazên hêzdaran pêk bîne, wek çawa bahozên hêzdar dikarin darên mezin, ku rehên xwe bi zemînê de berdane, ji kokê de hilkin, lê nikarin tayê geya yê jar  û lawaz ji cih bilivînin.
Rastiyên dîroka kevn û nû jî çespadine, ku duhatuwa kesê û rêjîmên xwe dispêrin hêzê, û nerîn û boçûn û desthilata xwe bi pêkhatên gelê xwe, çi ji hêla civakî de, û çi jî ji hêla polîtîkî de, didin pejirandin, tune ye; kanî Îskenderê, ku di çerxa xwe de, mezinê dunyayê bû? Kanî dewleta Oemaniyan, ya ku erdnîgariya wê ji sînorên Nemsayê de li hêla rojava, heya sînorên Îranê li rojhilat dirêj bû, û desthilata xwe dabû ser  rojhilat û baþûrê deryaya Sipî?  Ma nedihat gotin, ku tav (roj) ji ser erdnîgariya Înglîstanê naçe ava? Kanî sînorên wê li kû serê mane? Kanî rêjîma komonîst, ya ku li dirêjahiya 70 salî Rojhilatê Ewropayê bi darê zorê xistibû bin desthilata xwe?!.
Ev nimûneyên hanê hemî, û berjewendiyên gelê Kurd bangê li P Y D dikin, ku bi hêza xwe sermest nebe, û jibîra neke, ku dîroka ku hêzdar dinivizînin, pirêcaran nikare li hember berjewendiyên gelan pêdar bimîne.
 Gelê Kurd, li rojavayê Kurdistanê hîn jî baweriya xwe ne birriye, ku dê dengê hiþ, di vê partiya, ku kesek nikarê hêza wê nebîne de, li hember dengê sermestiyê bi serkeve, da guh bide nerînên hêzên polîtîkî kurdî yên din, ku li rojavayê Kurdistanê hene, da hemî vêkra þûnên xwe di vê geþtiya, ku ez bawer im P Y D bi xwe jî dizane, ku qulafetên wan partiyên biçûk, ku tev li xweseriya demikratîk bûne, nikarin firehiya vê geþtiyê dagrin.
Dawî, dixwazim bibêjim, hêja ye, ku mirov hin caran derdora xwe, li sirûþtê bimeyzîne, da jibîra neke, ku wek çawa pir-rengî sirûþtê dixemilîne, weha jî pirpûnijî û cudahiya wan jîyanê dixemilîne, û bervedêriya ji bo gelan ne mafê bindestkirina wan dide bervedêran, û nejî mafê qewitandina wan ji mal û welatên wan.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark