Sala 1960` î havîn çûn û me bêder hilanî û danî kelandin û dan kuta û savar hêra û kar hêdî sivikû û hêdî-hêdî havînê ciyê xwe ji payîzê re hîşt û barkir. Ew gema tîn û bihêz hêdî hêdî combû û herçû derva hênikbû û firte-firta bê zêdedibû.
Rojek şemiyê gor têbîra min dora nîvê meha cotmehê bû, sibebû piştî me taştê xwar dayîka min bidestê min girt û çente kire destê xweyî din û em berve dibistanê çûn dibistan ji mala me ve nêzîkbû.
Herkî em ji dibistanê ve nêzîkbûn kute-kuta dilê min zêdebû û tirsa min hîn mezintir dibû. Li min xuyabû kû ez ditirsim û min bi dayîka xwe re got:
Anê ez naxwazim herim dibistanê, were em herin mal.
2
Dayê: Çima kurê min?
Ez: Ez ditirsim û mamosteyan nasnakim û dibêjin ew li zarokan dixun.
Dayê: Metirse lawê min tu ne bitenêyî. Zarokên gund yên di salên te re, giştik hîro li virin û divê tu bixwûnî jibûna zane derêyî û kor nemînî.
Min got: Ez nekorim û çavên min rind dibînin.
Dayê: Ez zanim tu nekorî. Nekorî yanê bo tu zîrek û zane derêyî û di pêşerojê de aqilmendekî hêja ji te derê.
Min got: Aqilmend çî ye?
Dayê: Aqilmend ew mirovê pir tiştan dizane û zane bixwûne û binivsîne.
Min got: Aha ! Yanê wekî kê di gund de?
Dayê: Di gundê me de aqilmend tunene.
Min got: Lê li ku hene?
Dayê: Li bajarên mezin aqilmend hene.
Min got: Tu çûyî bajêre ticaran?. Tu ço zanî tu li wir hene?
Dayê: Belê ez çûmî û min tu li wir di zayîngehê aniyî.
Min got: Aha, û te aqilmend li wir dîtin?
Dayê: Na, min nedîtin lê min bihîst kû li wir gelekin û pir tiştan zanin.
Min got: Min milên xwe hejandin û got ez nizanim, dibe.
Dayê: Lo tu çiqas dikî pilepil û serî mirov dêşînî!!.
Min got: Yanê ez devî xwe bigrim?
Dayê: Na devî xwe megire, lê pir meke pilepil.
Ha em gihîştin dibistanê, baş guhdariyê mamoste bike û tim melîze û bi zarokan re megirehev û nanî xwe mede kesî. Û balê xwe rind bi tiştî xwe de, da kes ji te nedize.
Min got: Ezê balêe xwe baş bi tiştî xwe dim. Dema gihîşt ba dibistanê, min dît pir xelk li wir kombûyî û gelek zarokên wek min li wirin û hinekan ez ji wan nasdikim.
Dayê: Tu dibînî çiqas zarok wek te hatinî û ew jî roja yekemîne derin dibistanê.
Min got: Ez dibînim û hinekan jê nasdikim.
Dayê: Başe tu û hevalên xwe hûnê bihevre herin û werin û bixwûnin. Û zarokên din jî tê hindik-hindik nasbikî û hemû ji gundê me ne.
Ger kesekî li te xisit, bi mamoste re bibêje û çaxê tu hatî mal jî, ji min ûbabo re bibêje. Da em bi xwediyê wî zarokî re denkin jibo şerî xwe di te nede.
Min got: Başe anê ezê wek te gotî bikim.
Dayê: Ger mîza te hat an jî tu tîbûyî bi mamoste re bibêje, jibo tu kanibî herî avê vexî û mîzkî.
Min serî hejand û got: Başe dayê.
Gava em gihîştin ber deriyê dibistanê xelk tijî bû.
3
Dayîka min silav da pir kesan û wan li halê hevdû pirsîn û zarokên xwe bihevdû didan naskirin.
Ew jin û mêran jibo min wek zarok gelek mezin dihatin xuyan. Herwisa çavên min li zarokên dinbûn û kinc û çentetên wan. Hin zarok bikinçên pak û ciwan bûn û hin jî bi kincên gemarî û kevin bûn.
Min çend zarok naskirin, bes ewên mala wan li dor mala me û xizmên me ve. Hinek cara yekemîn bû kû ez wan dibînim û min nizanî navê wan çî yê û ji kîjan malê ne. Wê demê gund bi min pir mezin dixwaniya! Min digot bab û dayîka min çawa ew zanin li gund bigerin û herin û werin. Ez ditirsîm ji mal bi tenê dûrbiçûma, jiber min digot ezê çawa vegerim mal û ezê hindabibim.
Em ketin hewşa dibistanê kû sûrê xwe ji sênca keviran pêkdihat. Hewş gelekî ferebû û piraniya xwe jî dûzbû. Dibistan bi va şêweyê /
[ / hatibû avakirin û ew ji pênc odan pêkdihat û dîwarên xwe kelînî bûn.
Şênî li pêşiya avahiya dibistanê kombû û me sehkir mirovek ji odakê derket derva û zengilek di deste û zengil lêda û bi zimankî din, jibilî zimanê meyî kurdî denkir û ez tiştekî jê tênegihîştim!! Lê min bala xwe dayê zarokên mezin (kevin) hemî rêz birêz sekinînî û destên xweyê rastê danî ser milê hevdû û bêdeng manî.
Min ji dayîka xwe binermî pirsî û got: Anê wî mêrkî çi got û kî ye ew?
Dayê: Bidengek nizim ew mamoste ye, lawê min. Bes çi got ez nizanim, jiber ez bi erebî nizanim û divê ez ji hinekan bipirsim.
Min got: Çawa tu nizanî?
Dayê: Lawê min ew nezanimê me ye û ez neçûmî dibistanê.
Min pirsî û got: Ereb kî ne?
Dayê: Wek çawa em kurdin miletek din jî heye nave erebin.
Min got: Ê çima mamoste ne Kurd e û divê em bi erebî bixwûnin?
Dayê: Ez çi zanim lawê min. Hukmet wisa dixwaze.
Min got: Çawa tu nizanî û tu mezin?
Dayê: Mirov nikane hemû tiştan zanibe û min nexwendî. Van pirsan ji bavî xwe bike, belkî ew ji min çêtir zanibe.
Min got: Başe ezê ji babê xwe bipirsim.
Dayîka min ji mêrikekî pirsî û got:
Hemîd tu kanî xêra xwe min re xeberdî, mamoste çi got?
Hemîd: Mamoste bixêrhatina zarokan kir û pêçek din wê navê wan bixwûne û xwast kû şagirtên nû wek yên kevin di rêzê de lipêhev bisekin û bêdeng bimînin.
4
Paşê her polek wê lipêhev derbasî pola xwe bibin. Û di hin odan de du pol rûdinin jiber ode hindikin û sê mamoste tenê dibistanê zarokan bixwendindin û bievedibin. Û wek hûn zanin hejmara zarokan mezine û pênîvroj zarok werin dibistanê.
Mamoste berî gî nave zarokên kevin xwendin û min bala xwe dayê ew lipêhev di rêzan de sekinîn û destên xweyê astê dan ser milên hev û sidiyek reng bêlûnî lihemiyan bû. Wisa ta pênç pol biserî bû paşe dor hate me û mamoste navên me xwendin û min yekmîn car bû paşnavê xwe dibihîst. Ger ji min re negotana min nizanî kû ew paşnavê min e!
Dirêjnekir mamoste navê min xwend û min nexwest an tirsîm yan fedîkir ez herim di rêzêkevim, dayîka min bi destê min girt û birim nava rêzê û bizora destê min ji destê xwe kir. Min jî destê xwe dat ser milê zarokê pêşiya min û xulikek neçû yekî jî destê xwe danî se milê minî rastê. Ji tirs û fedî, birastî min pêşiya xwe rind nedît.
Paşê mamoste hemî derketin derva û dudu wan jibûn û ne ji gundbûn. Mamoste tiştek got me nizanî çi ibêjê, lê me dît zarokên kevîn şeq jihev vekirin û kirine teperep û destên xwe ji ser milên hev danîn û dan kêleka xwe. Mamoste ji mere jî gt:
Starêh, stahêd, bikurdî yanê amedebe û vehese.
Bi demê re em fêrbûn wateya wan peyvan û me ew ezberkirin.
Jiber heroj çend û çendcaran ew di rêzê de disekinîn û me dikire teperep bi pêyan. Ew toreya ji welatên Rojhilata Ewrupa biribûn û
armanca hukmetê ji vê perwerdeyê mejiyê zarokan bişo û ji çûkî de bi rejîmê ve girêde.
Hundir odê hinekî nepakbû û du qor rehil her yek li ber dîwarekî bû û du pencere di odê de bûn her yek ji di hêlekê de bû. Wek tê bîa min em sê zarok di rehlekê de rûniştin û di qorê sisiyê de.
Mamoste derket çû oda mamosteyan û piştî çend xulikan vegerî û komek pirtûk di hemêzê de ye. Ew pritûkan danîn ser masa xwe û paşê li me yek biyek belavkirin.
Û dibere dendikir lê kesî ji me nizanî ew çi dibêje. Paşê tiştin li ser depreşê nivisandin lê me qet nizanî çi nivisandî. Dipêre navê me ji kaxezekê xwendin û ji her yekî xwest rabe ser xwe û pirsin jê dipirsîn, lê em tênedigihîştin ew çi dipirse an dixwaze. Em hemî bêdengbûn û me nizanî bersîva wî bida û em jê bitisbûn.
5
Û di keysa yekemîn de dema berdanî derva me bawernedikir kengî dibistan we rojê ke biqedê û em herin mal û ji wî kesî xelasbin.
Serê min gelek êşî jiber me nizanî mamoste çi dibêje û tirs û yekemîn roj wisa em tên girtin di cîkî de û nikanin rehet bilevin û rehetiya xwe bibin.
Û bi ser wê de gelek zarok di odakê de û piranî jê nasnin, jiber we hemî bihêna min tengbû û dibistan û mamoste û ew zimanê pê daxivî di çav min de reşbûn. Bendora wê li serr min meznin bû û dirêkir û ji zimanê erebî kok heznekir û wek zikreşîkê bidemêre bi min re li dijî wî çêbû.
Wisa bi min re dirêkir ta min dibistana navendî beşê yekemîn tewakir, paşê hêdî-hêdî hinekî min rehetiya xwe kanîbû bidiya di erebî de.
Piştî ez vegerîm mal ji dibistanê wê rojê min gelekî dagirî û ji dayîka xwest ku min neşînin dibistanê, jiber ez tiştekî ji mamoste tênegihîştim serê min êşî. Ew li ber min gerî û di ber dilê min re çû û hat û got:
Lawê min ez zanim hinekî jibo te zehmetbû hîro, jiber roja yekemîn bû û tu hîn zimên nizanî, lê bi demêre hindik-hidik tê fêrbibî û serî te nêşe. Paşê tu nebitenkêyî, te dît çiqas zarok wek te hene û hemî bizimên nizanin.
Min got: Serî wan jî dêşe.
Dayê: Raste serî we dêşe, lê dive hûn damîşbin û bihênê xwe fere bikin.
Min got: Anê bi mamoste denkin bila bi kurdî ligel me denke.
Dayê: Lawê min mamoste guhdariyê me nake. Rê tune dive aqilî bi ser xwendinêdî da kû tu zû fêrî zimên bibî û paşê alîkariyên birakî xwe bikî.
Dayê: Mamoste çi ji we re got an da we wek karê mal?
Dayê: Mamoste pir denkir lê ez tênegihîştim wî çi got. Zarokên din jî wek min tênegihîştin.
Min got: Bese pirtûkin dane me û ew di çêente dene û tîpin lis er depreşe nivisandin û me lipê wî xwendin û di lênûsa xwe de bipênûsê qurşînî nivisandin.
Dayê: Ka pirtûkên xwe derxe beve dayîkê xweke.
Min prtûk derxistin û berve dayîka xwe kirin û wê gt:
Ohhh, ptûkin pir ciwanin, hajê hebe gemarî mekê û nedirîne, da mamoste ji te nexede.
Dayê: Xwarina te besî tekir?
Min got: Belê anê beskir.
Dayê: Kesî şerê xwe li te da?
Min got: Na, çima henek ke şerî xwe di min bidin!!!
Dayê: Carna mirov li ser tiştan digrehev û şerdike.
Min got: Ka babo lik u ye?
6
Dayê: Babê te li mala metê te ye. Pirtûkên xwe rake û wee nanî xwe bixwe û ew tiştên we li dibistanê birinî carekê dudiyan bixwûne jibûna baş di mijî te de rûnin.
Min got: Başe dayê. Min çentê xwe rakir û hinekî tev birakê xwe ez lîstim û pê şabûm û bihevre çun nanê xwe xwarin û wî teve min pirtûk danehev û me rakirin.
Ew gelek şabû dema ez vegerîm mal, jiber biroj pêde bitenê bû û kes tunebû vêre bilîze. Demez vegerîm beve min bezî û dest bi pirsankir û xwe did or min re çekir.