Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

DAIŞ û Kurd û Şoreşe Sûrî (1)

 


Dr. Mahmoud Abbas

YPG yan DAIŞ û Nesra
Sedemên Irîşên wa li ser Herme Kurdî
  Mih bi mih DAIŞ û Al-nesre û hin grûpên din xwe dibînin yek hêz di  irîşê xwede li ser hereme kurdî, di demekê de  alikarî ji Nesre re dihet ji aliyê Tirkî ve, eu  hata zelalkirin di şerê Serê Kanê yekemin de,  lê vê demê hin ji aliyê rêcîmê û hin jî ji aliyê  welatê misilmen ve wek Seûdiyê tê pêşkêşkirin,


 di vî warî de herdû dijmin  dighine hev li ser sinorê Kurde, irîşê xwe li ser miletê kurd dixine bin  sûcne, lê eu ne bingihîne û ne rastin, ji ber ku dizanin herme kurde ne planke istratîciye ji bo rexnandine rêcîmê, û di zanin ku miletê kurd  ev 50 sala dijê rêcimê kar kiriye. Lê irîşê we li ser hereme kurdî  gûr dibin ji ber hin sedmên din:
1.  Rojavayê Kurdistanê têre, dixwazin destê xwe deyinin li ser betrole wê û serkehnê malderiya wê din, hem wek qizincekê ji Al-qaide re, û hem hin serok di nav wanda ji keseyetiye xwere kardikin,  (bazirganê şerana ).
2.  Armance kesê ku wa tehfdidê bi ser hermê de, hem rêcîme Sûrîye, ji bo sedemne, û hem welatê ku piştgirtiye  Şoreşê dikin, ku di rojê piştî ketine  komara Beşar de hereme kurdî ne pêjinê bi  komarke Federal, û heger cêbû û hata avakrin de hermeke teng û picûk û lawaz bê.
3.  Di xwezin şereki bire kujî di navbere Kurd û Kurd de pêxin, di bin  prepegande ku  rêcîm leşkerê kurd  diparêzê û piştgirtiye wa dikê, ji aliyên dîve,  navbere Kurd û Erebê yên ji berê de di hermê de xirabikin, di dine xwiyakirin  ku kurd hem ne misilmanin û hem têkilîya rêcîme Sûrî dikin.
4.  Di bin vî karî de sînorekî leşkerî, li der dore hereme kurda  hatiye danîn, ji bone estingiyên  jiyanê û eborî zêdekin, û  leşkerê girûpê misilman riyê bazirganî ser bajarê kurda birîne, milet xistine bin pirçîbûneke  girande. Di warne de destê  komara Beşar Al-esed tide heya, bê çilo Tirkî û hin welatê Ereb piştgirtiye DAIS û Nesra dikin di irîşê wande li ser rojavayê kurdistanê, wilo jî rêcîme Sûrîye.



Rola tevgere Kurd
 Pirse herî giran li pêşiya tevgere kurd tê danin, piştî va Irîşê bê mirovaiyêtî, û kûr dijminatî, kîje tektîk başe ji pêşe rojê re?  em bixwazin yan ne, iro cidebûnek di nav hêza kurd ye remiyr de  hatiye danin, pir dest ketine nava wanda, her alîk bi rexekî de  xwe diparêzê, têkilî û cidabûn belî bûye ji herkesî ve, lê zanebûn di vê tevlîheviyêda gereke bê xwiyakirin.
 Tê xwestin ku hemû beşê kurdî li xelek û xalên ku wa bighênine hev bigerin, dev  sedemê cidebûnê berdin di vê demê de, tektîkeke gişti di navbere xwede  deyinin.
1.   ENKS beşdarî  (IItilaf)e Sûrî bû, giringe jê bixwazê ku xaleke remiyr derxê  di dermafê  DAIŞ û Cebhet Al-Nesrada,  û têde bidine xwiyakirin  ku irîş li ser herme kurdî nakevê warê Şoreşê de,  karbikin ku grûpê apezisione Sûrî ya remiyar dijî irîşe li ser  hereme kurdî biseknênin.
2.   Ji aliyên dîve: gereke MGRK  bidê xûyakirin ku dixawzê xwe ji  Komite Tensiq bikşênê, û pêre jî wê bê xwiyakirin ku têkiliyê wê bi rêcîmêre têne birîn.
3.  Di navbere xwede, ye heri pêwîste ewe ku YPG bê parastin wek leşkerê miletê kurd, û hêzin din kar bikin ku têde amada bibin, di bin  sihe guhertine de, ji Alê bikre heye serokatiye wê, de ji bin  tektîke  partîkê derkevê  û bikevê bin navê milet de. karibin hin girûpê ne kurd têde amada bikin, wek  kesê ne dijî avakirne heremeke  federal. Bê ferehbûne YPG wê leşker kurd nikaribê di pêşiya ve irîşa de bisekinê , û wê pir Pekrewana bidin. Eu jî ji ber di sideman:
1.  YPG hatiye avakirin wek polis, milet di parêzê, çekên wayî giran wek leşker nînin, û arikarî  ji ware nagihê warê leşkerî. Di deme ku DAIŞ û Nesre arîkarî ji wara têkirin bi çekê giran.
2.  YPG  Hermeke fereh diparêzê, wek sinor, li hemberî wan DAIŞ şerdikin wek partîzana, bê arîkariye hemû hêzên kurd wê nikaribin, yan jî arîkarîke derve giringe bê pêşkirin ji YPG re wek ku ji grûpê misilman re tê kirin.
Hêzê  wek DAIŞ û Al-Nesre û yên din di bin nave misilmaniytê de, di xwezin miletê kurd û hereme we bidest xwe bixin,  armance we ne rêxistine rêcîmê ye, û ne  PYD ye, ji ber wilo jî ji hemû kesê  kurd tê xwestin, arikariye  YPG  bikin, çi pêre bin yan ji rexnê wa li ser hebin yan jî dijbin, iro dîrokeke nû tê avakirin, yan wê rûpelekî reş û bê semiyan bê û têkoşîne milet wê bê hêrvandin, yan bingeheke rast  ji bo azadiyek bê avakirin, ev girêdayiye bi nêzikbûne hêzê kurd yên remiyar ji hevre yan dijminatiye we  hemberî hev.
  Dîse wê dîrok bê nivîsandin, lê gelo bi çi rengî ?.



Dr. Mahmoud Abbas
U S A
mamokurda@gmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark