Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nanî bidin dest nanpêjan

 


  Helebça Sadûn - Dêrik

Di destpêka şoreşa Sûriyê de hin  partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanêji qûnaxa bêre xwe amade kirin ,destpêkirin bi riya firekirina bingeha xwe ya cemawerî û gelêrî, û ber bi karê dezgayetî ve çûn, heta ku berhev û amade bin ji rêveberiya dema bêre û karên hevbeş dane pêşiya xwe û siyasetên xwe li gorî wê yekê avakirin .


Lê hin aliyên dî hewldan ku rêveberiyekî çêkin û feriz bikin li ser gelê xwe bê şirîkatiya partiyên dî yên bira , tevî ku hevkarî bi hin aliyan re kirin ji rikberiya Sûriyê yên ku dijî kêşa kurdî kar dikin . vê tiştê hişte ku gumanin bi mirov re peyda bibin,ku eger ew alî bimînin li ser vê siyaseta xwe ,wê ev derfeta zêrîn  ji dest kurdan derkeve,  ji ber ku ew bi vê ez-ezîtiyê wê bihêlin pirojeyê rojavayê kurdistanê bibe qurbana nêrînên wan yên yekalî , û evê tiştê hêla ku îro tirs û nearamî di nav civaka kurdî de rû bide û civaka kurdî lihevda û hejand û bû egerê serekî hişt ku kurd ber bi bazdan û  koçberiyê ve herin .
Di gumana min de divê em kurd sûdmendiyê  ji serpêhatên rêjîmên dîktatorî yên ku niha hin ji wana hatin dadgehkirin û hin dî li ber dergehê dadgehênnavxweyî û navdewletî ne û divê em sûdmendiyê ji ezmûnên dewletên pêşketî jî bigirin ,ew dewletên ku xwe bi beşdarbûn û hevbeşiya hemû aliyan di rêveberiya dewlata xwe de û niha em vê tiştê berçav dibînin, ku serketî tê bikaranîn li Herêma kurdistanê. ji berdivê her kes bigihê wê baweriyê ku dema kurdên rojava rabûn û bi azadî û hilweşandina rijîmê bankirin, ne ji ber rêjîma dektator ra be û di cihê wê de rêjîmeke dî ya dektatorî bi navek dîtir  were deynan û avakirin .
Di baweriya min de dem hatiye û divê em nanî bidin dest nanpêjan, ji ber kurd hişyartirin ku bikevin di bin bandora van fişar û birhan de .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark