Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yektiya Milet Kurd bi Yektiya Ziman Kurd Tte P

 


Salar Salih

Ev peyva pîroz,Mîr Celadet Bedirxan siyasetmedar û rewenbîrê kurd yê navdar di Hawarê de nivîsîye,jiber girngiya wê di vê demê de ji dîroka miletê kurd,gereke îro em li ser peyva wî rawestin û vejînin û em irove bikin û bixînin warê praktîkê de,çimkî di vê serdemê de miletê kurd li her çar parçê kurdistanê bi pêwîstî zimanekî stander e ku li dibistanan û zankoyên kurdî bête hînkirin,nexasime ku miletê kurd li rojava û bakurê kurdistanê di maweyekî nêzîk de dê mafên xwe yên netewî bidestxînin.


"Herwekî me çend caran gotiye yekîtiya miletê Kurd bi yekîtiya zimanê Kurdî tête pê di yekîtiya ziman de gava pêîn jî yekîtiya herfane , yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene ,zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin" Mîr Celadet Bedirxan – Hawar,hejmara 9an.
Ez vê pêinyarê wekû ku M.Celadet nivîsandiye pêkêî kongirê netewî kurdî dikim,yê ku di demek nêzîk de dê li Hewlêrê bête gêrandin,çimkî miletê kurd di vê demê de bi pêwîstî zimanekî fermî yekbûyî ye bêtir ji çi demên buhurî,daxwaza min ewe ku serpertîkarên kongirê netewî vê xalê jî bikin xaleke serekî di programê kongirî de,jibo pêkanîna vê armancê jî (armanca yekîtiya zimanê kurdî) pêdivî bi avakirina korê zanyarî li ser asta her çar parçên Kurdistanê heye,û divêt zimanzan û zanyarên zimanê kurdî ji her çar parçên Kurdistanê bakur û rojhilat û baûr û rojava cihê xwe di korê zanyarî de bigrin,wekû M.Celadet dide xuyakirin ku gava pêîn li ser rêka yekîtiya zimanê kurdî ew yekîtiya tîpan e (herfan e),ango destpêkê divêt zimanzanên kurdî alfabeyekê guncaw bo zimanê kurdî bibijêrin ku hemî zarên zimanê kurdî pê binivîsin wek qonaxa yekem, dûvre di qonaxa diwem de kar li ser yekbûna rênivîs û rêziman û têrmên zimanê kurdî dê bête kirin.
Herwekî em dizanin ku zimanê kurdî yek ji bingehên serekî yên neteweya kurdî ye,û bi parastina zimanê kurdî herwisa tu milet û neteweya kurdî jî diparêze ji projeyên erebkirin û tirkkirin û fariskirinê,çimkî ku zimanê miletekî lawaz bibe herwisa nasnameya wî miletî jî pêre diçe,jiber vê yekê jî dagîrkerên Kurdistanê zimanê kurdî qedexe dikirin û yasa û ferman derbarî vê yekê derdixistin,herwisa navên bajar û gundên kurdî diguherîn û navên biyanî lê dikirin daku çi titê bi zimanê kurdî tunne bikin,yekîtiya zimanê kurdî dê zimanê me xurt bike û dê bibe zimanê fermî li seranserî Kurdistanê,herwisa dê bibe alavê yekîtiya miletê kurd li her çar parçên Kurdistanê,di bîrûraya min de pêkanîna vê armancê ji giringtirîn erkên kongirê neteweyî yê kurdî ye.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark