Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Carina jehr jî dibe derman*

 


Heyder Omer

Wêjeya gel (folklor) gencîneya çanda milet e, bi ser gelek cûreyan de parvedibe, wek kulam, dastan, çîrok, serpêhatî, tiþtonek, metelok û pend.
Mijara vê gotarê  pendek e, min ji nav pendên kurdî vebjart, ji ber ku naveroka wê li gel bûyerên îro, ku gelê me li Sûriyê di navenda wan de ye, têkildar e, û wek sernav danî ser aniya vê gotarê.


 Ev pe pend berî pêþî tê xuyakirin, ku  ev pendeke alozî ye (îþkalî), ji ber ku du dijberan tîne ba hevdu; ji hêlekê de hatiye zanîn, ku jehr metiryaleke kujer e, û ji hêla din de, derman metiryalek e tendurista mirov diparêze, ango dijmirin e. Lê ev wateya zimanewanî ne mebesta pendiyarê vê pendê ye. Mebest ew e, ku mirov hin caran, bê hemdî xwe, neçareyî gotinekê, helwestekê, karekî dibe, divê pê rabe.
Bi baweriya min, ev pend perî pêþî bervê xwe dide kesên hukardar, xwedî biryar, siyasetmedar û rêvebir, ango entilcênsiya civakê mebesta vê pendê ye, ku riya dîplomasiyê li pêþ wan vedike, û bandora ageha neyênî, ku ewana di vê pergalê de pê hay dibin, hinekê kêm dike.
Ev pend nerîna fîlozofê îtalî Mîkyavîllî  (1469-1527) tîne bîra mirov.  Felsefeya Mîkyavîllî , ku li ser nerîna „ armanc behaneya alavê“ ye ra dibe, û çi sûdar be, ew pêwîste jî, pêre jî felsefeya wî bûye bingeha têora sûdweriyê û polîtîka realîteyê (realîzm).
Mîkyavîllî; mamosteyê siyasetmedaran, weha diçe, ku divê mirov ne her tim rola þêran bilîze, belê bi ser de divê rola  roviyan jî baþ hîn bibe, divê mirov ne tim þêr be, belê divê hin caran rovî be jî.
Nizanim, gelo haya pendiyarê vê pendê û Mîkyavîllî ji hevdu hebû, yan na, lê tiþtê dupat (teqez) ew e, ku Kurdê ku ev pend bi paþ xwe de hêþtiye, yekekî þareza bû, baþ di jiyanê gihêþtibû, û ev pend jî berhema têgihêþtin û serpêhatiyên wî ye.
Di demên dijwar û nîrên nazik de gava milet bi metirsiyan re rû bi rû dibin, hêmanên pêdariyê û rizgariyê di kelepûra xwe dipelînin, ji ber ku kelepûr gencîneya zanîn û serpêhatiyên wan ne,wan destvala venagerîne, û pirêcaran çareyên sûdar ji wan re dibîne.
Bi baweriya min, miletê me, di vê serdema diyalogê de, û nemaze jî di vê dema þoreþa gelên Sûriyê de, hewcedarê kelepûra xwe ye, xwe bi ser de pal vede, teqez dê çareyên serkeftî  tê de bibîne. Ev pend dikare riya bidestxistina wan çareyan þanî me bike.
Li seranserî dîroka kurdî, hatiye xuyakirin, ku gelê kurd pirêcaran di þoreþ û xebata çekdarî de bi ser ketiye, lê mixabin ew sekeftiyan di diyalogan de ji dest daye û wenda kirî. Jonasan Randil, di pirtûka xwe ( Miletekî parçe) weregera ser zimanê erebî de, vê yekê eþkera dike, û weha diçe, ku Kurd serkeftiyên penava þer û cengê li ser maseryan wenda dikin.
Ango yan nizanin di diyalogê de bibin terefdarê jîr û jêhatî, û nizanin rola roviyan bilîzin. Belê sincên xwe yên kurdî, ku rêza rûmeta mirovan digirin, bi xwe re dibin, li ser maseyên diyalogê,di cihekî teng de datînin, û ji bîra dikin,ku polîtîk hunera dek û dolaban e, zanista fîlbaziyê û awanbaziyê ye, ewana jî ne hunermendên pilanan e, û ne jî zanyarên awanbaziyan e, vê lomê jî ne tenê bi sernakevin, belê destkeftiyên xwe jî wenda dikin.
yan jî bi behaneya, ku dibêje sincên me rê nadin, da em destên xwe têxin destên neyaran, û kesê vê yekê bike dê rûmeta wî li ba milet erzan bibe, pêre jî ji bîra dibe, ku þer û ceng her çiqas dijwar û domdar be jî, çek û wêrekî nikarin dawiyê lê bînin, tenê diyalog, nemaze di vê serdema me de, dikare dawîyê bîne. Ev rastî rola roviyan biha dinerxîne, û jehrê jî dike derman.
  • Ev  gotar di hejmara di hejmara 3,4 ya kovara dîwar de hate weþandin.

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark