Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Dîwar ya adar û nîsanê bi hev re derket

 


  Cothejmara nû ya kovara wêjeyî û mehane Dîwar, ya adarê û nîsanê3-4 bi hev re derket. Edîtorê kovarê sedema vê yekê, di peyva pêþkêþkirinê de, weha þîrove dike “Me xwest em vê carê du hejmaran bi hev re bigihînin ber destên we. Sedema sereke ya vê gavê ew e, ku em pirsgirêka belavkirina kovarê û gihîþtina wê ya dereng ji bo welêt çareser bikin. Hêviya me ew e ku ji hejmara bê de em kovarê di dema wê ya destnîþankirî de bigihînin xwendevan û nivîskarên xwe yên li hundirê welêt”


Mijara sereke ya vê cothejmarê nivîsandina bi zimanê serdestane. Di bin sernavê “Kurd çima bi zimanê serdestan dinîvîsin?” de kovarê sînga xwe ji nivîskarên kurd re vekiriye ku li ser bandora her sê zimanan “erebî, tirkî û farisî” ya li ser wêje û nivîskariya kurdî, bi berfirehî, rawestiyaye. Nivîskarên ku li ser bandora tirkî nivîsandine ev in: Ilhamî Sîdar- Mehmet Yilmaz- Yaqob Tilermenî ne. Yên ku li ser bandora erebî nivîsandine ev in: Ciwan Nebî- Hekîm Ehmed- Luqman Silêman- Lazgîn Dêrûnî- Narîn Omer- Ehmed bavê Alan - Þepah Hêvo. Herwisa Perwîz Cîhanî û Hesen Îrandost li ser bandora farisî nivîsandin. Hevpeyvîna hejmarê jî bi nivîskarê kurdê tirkînivîs Yavuz Ekincî re ye.
Ji bilî wê, di beþê wergerê de Mazhar Gunbat ji zimanê firensî nivîsek Marcel Proust ji “Lêgerîna dema windabûyî” bo xwendevanên kurdî wergerandiye.
Gotarên ku di vê hejmarê de cih girtine, gotara Mehmet Salih Batirhan li ser  çîroka “sol û serî“ ji pirtûka „Memê bê Zîn”e, gotara “þoreþa zimanê kurdî” ya Loqman Yûsiv û beþê dawî ji nivîsa Seîdê Dêreþî ya li ser berbendkirina kurmanciyê û dîrokeke pir derdeserî.
Çîrokên ku di vê cothejmarê de cih girtine ev in: Çîroka Kîbar Krîstîn Ozbey bi navê Jinebî, çîroka Miradê Karker bi navê Borî û çîroka Qado Þêrîn ya bi navê Roja namûsê.
Helbestên van helbestvanan Azad Ciwan- Ciwan Tengezar û Dr.Gundî Dilberz di vê hejmarê de cih girtine.
Ji çand û wêjeya gelêrî vê care Heyder Omer li ser mijara “Carinan jehr jî dibe derman” nivîsandiye.
Wekî din li kêleka nûçeyên çandî û danasîna çend pirtûkan, portreya vê hejmarê ya nivîskarê kurd Bavê Nazê ye.
Kovara Dîwar li Elmanyayê weþana xwe dike. Edîtorê kovarê Helîm Yûsiv e, kordînatorê weþanê Cemîl Oguz e û berpirsiyarê giþtî yê kovarê Agirî Soran e.
Ji bo agahiyên berfirehtir www.kovaradiwar.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark