Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kur min Mro (Celadet)!

 


Konê Re

Kurê min Mîro! Çem bi pa de jî dirêj dibe û bi pê de diherike.. Lê qet nasekine.. Jiyan jî wiha ye kurê min, pêwîste mirov bi pê de here.. Va tu li Stenbolê ye, mêzeke bê çendî pêlên mirovan di sikak û kolanên wê re derbas dibin.. Ji tev texlîtên mirovên dinyayê di nav wan de hene.. Her yek bi armancekê di kolanên wê de dibuhirin.. Tu jî bi armanca çûna Ewrûpa, çûna penaberiyê, di wan kolanên Stenbolê re derbas dibî.. Armanca te jî, ku tu jiyanek xwe, ge û azad di penaberiyê de bibînî..


Erê kurê min, welatê me, bajarê me Qamilo roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe.. Dibe dojeh û xelkên wê bi refan divevin.. Roja îro Stenbol ji wan re bûye xwe rawestgeh.. Tu jî yek ji wan kesa ye..
Kurê min! Çend rojekî bêhna xwe di wê rawestgehê de veke û berê xwe bide oxirê û pita xwe bide felekê.. Ka em ê binêrin bê qederê ji bo te, çi di tûrikê xwe de veartiye..
Erê kurê min, çem bi pa de venagere, her û her berê wî li pê e.. Bi herikandina Çem re gelek zê, rûbar û kanî tevlê dibin û sekn û hedan lê nîne.. Armanca Çem ku xwe bi welatê xwe ve bigihîne, xwe bi deryayê ve bigihîne.. Tu jî sebra xwe bikîne kurê min, fereceyên xêrê pirrin..

Kurê min Celadet (Mîro)! Çiya ji dûr ve bilind xuya dikin, bi nêzîkbûnê re nizim dibin, bi hilkiandina ser pita wan re, ew bilindbûn namîne.. Lê her navê wî çiya dimîne û her kes nikare xwe bi ser pita wî ve bigihîne.. Kurê min tê gelek zehmetiyan bibînî ta ku xwe bi armanca xwe ve bigihînî.. Lê hin deyax û berxwedan pêwîste kurê min..

Raste kurê min, jiyan bi kurdî gelekî xwe e, lê gelekî jî dijwar e.. Belê kurê min sebaretî min, bi min xwe e, tevî nexwebûnê, kurd bijîm, kurd xwe bidim naskirin û parastin û eger rojekê bimrim kurd bimrim û li Qamilo bême veartin..
Ji ber vê yekê kurê min, destê min ji Qamilo nabe û qet nikarim li kêleka te, di penaberiyê de bijîm, qet ez nikarim.

Konê Re
Qamilo, 01.03.2013

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.27
Bi Tevah Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark