Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: Ka Gelê Xwe Dilniya Bikin ! *

 


  Diyar Ehmed

Wek tê zanîn gelê kurd ji demeka dûr ve dibin nîrê sitem û zordariya dagîrkerên kurdistanê de hemû rengên derdeserî û eşkenciyan kêşandî ye . evî gelê merd di dîroka jiyana xwe de ne tenê barê sitem û zordariya wan rijêmên dektator û xwînmij hilgirti ye.
lê belê toşî gelek sîyasetên rêbazker yên regezperest û şovînîzim hatî ye û herweha ji xêr û xweşiyên welatê xwe yên zehif û giranbûha bê par ma ye.tucarî di jiyana xwe de piştrast ne bûye û rojên rehet ne dîtiye, her û her bi tirs û pirsan re serê xwe daniye, ne şav û ne roj dilniya ne bûye.


lê tevî giraniya barê wê sitem û zordariyê . birastî û ev rastî jî ji her kesî re jî diyare, ku dilê dilpak û cangoriyên vî gelî li ser rêya xebat û berxwedanê sar ne bûye û dilê wî yê gerim lêdaye û çavên wî li benda jiyaneka xweş û aram ne neqa ye, û tevana xewin û hêviyan ji bo azadî û rûmetiyê hûnandiye. Herkes dizanê ku dîwarên ker û bê deng yên zêndanên neyaran şahidin li ser çîrokên wê qênaxa reş û tarî, û dem wê bê, zincîra kom û dêza wan derdeserî û eşkenciyan li bênderên welêt wê bên dêran û hilkewaştin.
Piştî wê dîroka dirêj îro ewrên reş û tarî ji hev vetqetin û di nav re jî hêsûyên rojin xweş li esmanên bilind diçirisînin .
Di vê derbarê de gazî û hawara gotinên nivîskarê kurdê navdar Hesen Hişyar li ber guhên mirov deng vedidin , dîroka vî gelî û tûrê serpêhatiyên wî li ber çavan rêz dikin . dema di destpêka çerxa bîstan de digot:((Dema derfet hebû em tune bûn, va îro derfet peyda bûye. lê mixabin em tune ne)) .
Va dîsanê derfeteka dî peyda bûye û ev derfeta zêrîn bi xutî destên xwe li deryê me didê, hişyar û razayên gelê me bi hev re wan ji xew ra dikê.
Lê ka gelo, kurd ji vê derfeta zêrîn re amade ne û navmala kurdî bi rengekê rêk û pêk raxistî ye?. Ne veşartî ye kurd hene û ji her guhertinan re jî amade ne û hêza bi tenê ye, ku bi rengekê şaristanî hatiye rêxistinkirin. cêwazî û nakokiyên wan jî hene ,lê ne kûr û pîrin,Kuştin û xwînrijandin di nav wan be, ta vê kêlîkê çê ne bûye,û eger hişemend û rêberên vî gelî hişyarbin wê bikarin ne hêlin birakujî di nav kurdan de cih bigirê.
Ta niha her tiştên di Buhara Erebî û şoreşa gelê Sûriyê de dikevin di berjewendiya gelê kurd û pêkhatiyên wê yên sitembar de û eger rêxweşker û serwerên gelê kurd li Rojavayê kurdistanê, rêxistin û hêzên kurdan yên siyasî û şoreşgerî guhertinên serdemê bi rengekê rast bixwînin û li gorî encamên wan bixepitin. hingî wê bikarin bi rehetî û serbilindî gelê kurd bigihînin armancên wî û wê jiyana wî jî bi dilxweşî û seqamgêrî destpê bikê. tenê niha dermanê kurdan yekîtî û hevgirt ne, yekrêziya gelê kurd di vê serdemê de wê gelek destkeftiyên hêja û bilind bi dest xwe ve bînin ,û gereke hêzên siyasî yên kurdî ji pêvajoya şerê birakujiyê yê Başorê kurdistanê mifa û waneyan wergirin û dîsanê eger Bereya kurdistanî berî serhildana (1991)ê ne hatiba damezrandin. Di baweriya me de, gelê kurd û hêzên wî yên siyasî wê ew destkeftên mezin bi dest ve ne anîbana û ji xwe eger sere birekujiyê li wir dest pê ne kirba, niha rewşa Kerkûk û Mûsilê wê ne ev rewş ba û sînorê kurdistanê jî wê îro firhtir ba, hêza kurdan wê bêhtir ba û destkeftiyên wan jî mezintir û pirtir ban.
Vêca wek me berî nihajî da xuyanîkirin, va derfetek zêrîn hat ye û ta niha kurd li ser xwe ne, û hemû merc û kewdan pêkhatî ne û li ber destin. Erê berî niha zanyar û siyasetmedarên kurdên Rojava digotin, ji ber çiyayên asê li Rojavayê Kurdistanê peyda nabin, ji ber wê yekê jî em nikarin têkoşîna çekdarî bikin, û şerê çekdarî pir zehmet û gîran e.
Lê va îro Bazê çiyayê kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma kurdistanê bi hemû hêz û şiyanên xwe ve, bi ron û eşker e pişta gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê girt ye û karî herdu Meclisên kurdî(Meclisa Niştîmaî ya kurdî û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê) bigihinê hev û rêkeftina Hewlêrê di nav wan de imze bikê.
Ev bi xwe destkeftiyek siyasî û istiratîcî mezin û bûha ye. ji ber wê yekê jî pêtviye her kurdek têgihiştî û bîrewer, dilpak û merd, xemxwar û dilbêşê kêşa kurdî, vê destkeftiya dîrokî bi parêzê, ji ber parastina wê parastina mafê getê kurd e û pişfrastiyeke ji pêkanîna mafê wî yê rewa re. Ji ber wê jî, hêza xurt hê jî di destê gelê kurd û hêzên wî yên siyasî de ye û ev hêz wê mestir û xurtir bibê dema ku kurd destên hev bigirih û pabend bin bi tevaya xalên rêkeftina Hewlêrê bê kêm û zêde bûn. Ma ne ji mafê gelê kurd e ku piştî vê dîroka dirêj ji sitem û zordariyê ,siyasetên
qirkirin ,binbirkirin û wêran kirinê, îro bi jiyaneka xweş û aram, dilekê rehet û bê kul û xem bijî, û serê xwe bi nerim û nazî deyînê,bê pirs û tirs, jiyanek geş di welatek aram û seqamgîr de, ku yasa ser wer bê ,goftûgo û hevpeyîvîn rêya çareserkirina tevaya pirsgirêk û aloziyan bê, û sindoqên dengdanê ew bi tenê dadwer bê ji mafê hebûn û xurt bûna her hêzeka siyasî re. Di nêrîna me de, eger hêzên siyasî yên kurdî yekdest û hevgirtî bin. Wê ne tenê mafê gelê kurd pêkbînin, lê wê bibin piştgir û alîkar ji pêkanîna mafê tevaya pêkhatyên gelê Sûriyê re û wê piştrastîk bin jî ji Sûriya nû re, Sûriyak fireh alî, perlemanî,medenî, wek hevî û dadmendî bingeh û nîşanên wê bibin. Ka va dem hatiye û vêca gelê xwe bi jiyaneka aram û dilxweş piştrast û dilniya bikin.

* rojnama Dengê kurd bi kurdî / hejmar (2)


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark