Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: B du car Ismal Omer dimre!

 


Qado êrîn

Li pêî dixwazim bêjim ku hin mirov du caran dimrin, mirina rastîn û ya din ku mirov dikare bêje; wexta ji aliyê dost û hevalbendan ve tê jibîrkirin û pitguhkirin.
Eynî gotinê mirov dikare li ser nemir Ismaîl Omer bêje, ango bû du car dimre, çilo û çawa?
Isma`îl Omer di jiyana xwe de kesayetiyek gitî bû, di nav kurdan de dihat hezkirin û pejirandin, bê ku mirov ji bîra bike ku serokê Partiya Yekîtiya Demuqrat bû, lê cuwamêr dikarîbû xwe bixe dilê her kesî, lê.


Pitî mir partiya wî ji bo cara duyemîn ew kut, wexta derfet û alîkarî neda ku gel, cemawer û hezkirên wî xwedî lê derkevin, belkî li hin deveran bû asteng jî. Partiya wî ew kir samanê xwe û kesayetiya wî ya dîrokî, gitî û hezkirî di hindurê partiyê de piçûkkir, xeniqand û nehit bibe samanê tevaya gelê kurd.
Li Europa jî partiya wî du caran ew kut, wexta neheqî lê kir û 40rojî, yeksalî û dusaliya wî lidarxist, dîsa kesayetiya wî ya gitî û kurdperwer û hezkirî di nav peyv û gotarên partiyan ên bê helwest û bawerî de winda kir. Partiya wî nebû alîkar û ne jî derfet peyda kirin ku hezkerên wî, gel, nivîskar, rewenbîr(nemir gelekî dost û pitgir û alîkarê nivîskar û rewenbîran bû), komeleyên civakî û dezgehên çandî xwedî lê derkevin. Wek nimûne îsal bi navê ‘’Komîteya Serkirdayetiya rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – Yekîtî’’ dusaliya wî li Bonnê lidarxist, lê ew bixwe rêxistina herêma Bonnê bû ya ku bi ahiya du saliya wî rabibû, dêmek anikek bi sê saliya wî radibe, û çar saliya wî tê jibîrkirin.
Eger em nerast dibêjin, dêmek Isma’îl Omer ne kesayetiyek gitî û ne jî hezkirî bû, û pitî ku mir jî nebû kesayetiyek dîrokî û samanê gelê kurd, wê wextê ji mafê partiyê ye wî mezin bike. Em jî lêborînê dixwazin, eger em a bin.
Li dawî, li tevaya cîhanê, ne tenê li ba me kurdan wisa ye, ji bo ku mirovek bibe gitî, bibe samanê gel, samanê welat û mirovantiyê, divê ji malbata xwe, ji êl, ji partî, ji gund û bajarê xwe rizgar bibe, û derbasî zeviyên mezin û bê sînor bibe. Divê bîr û boçûnên wî azad bifirin, qeyd û bend nebin û her kes bibêje: wî ji bo me got, wî ji bo me kir, û ji bo me çû.
22.10.2012

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark