Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Qamilo Em Dibjin Derbasby Be Mamoste Arjen Ar!

 


Konê Re

Ji Beriya Mêrdînê silavên gerim ji rezê Omeriyan re, ji mamoste Arjen Arî re ku careke din tendurisiya wî çak û rind û bi gebûn li nav refê xwe vegere.. Ev bayê payîzê ku çend pelên mêwên rezî wî çilmisandine ji nû ve în bibin, kat bidin û ber bigirin.. Da ku careke din xelkên welat goiyên tiriyê mezrone di çariyên bajar û gundên welat de bixwînin û bixwin.. Mamoste Arjen! silav bo wê Nisêbîna ku te di kolanên wê de peyase kiriye..


Du car û sê car tu li dor gora Mazilevdînê nava Nisêbînê zîvirîye.. Û gelek caran te pita xwe daye Dêra Mar Yaqûbê Nisêbînî û berê xwe daye çiyayê Omeriyan ku Mehmûdkî û Etmankî bibin yek û du bendî nemîne.. Bi tenê navê Mîr Som wek sembola tenahî, aramî û gebûna çiyayê Omeriyan bimîne.. Erê.. Em jî ji Mazilevdîn û Dêra Mar Yaqûb bi hêvî ne ku ev ewirê re bi selametî di ser te re derbas bibe..

*         *         *

Erê dosto! Ez xwe bawer im ku tu ê bi vîn û îradeya xwe a xurt û bi hêz, a ku wek çiyayê Omeriya ye, zoriya vê nexweiya pîsik û megrûdî a ku cihê xwe di bedena te de çêkiriye bibe.... Xwe bawer im ku tu ê careke din sirûd û helbestan li dor vî welatê birîndar bihune û bi wî zimanê xwe yê êrîn tu ê ji me re pesnê Cizîrî, Xanî Teyran, Cegerxwîn û Musa Anter bidî..

*         *         *

Erê birako! Xwe bawer im ku hêza pênûsa te, hêza zimanê te, hêza vîn û deyaxa te ji wiha nesaxî mezintire.. Qet xwe bi tenê nebîne.. Bi sedan ji heval û hogiran bi te re sekinîne, pirsa nexweiya te dikin.. Nesaxiya te ji wan re bûye çîroka ser zimanan.. tu jî wan dost û hevalan fedîkar neke û wan nexapîne..

*         *         *

Keko! Ji Qamilo em dibêjin derbasbûyî be mamoste Arjen Arî! Û nivîskarên Qamilo silavên gerim bo te diînin û ji Yezdanê gewre bi hêvî ne ku di zûtirîn dem de em hev li Amedê an Duhokê an Qamilokê bibînin.

Her wiha em ji hikumeta herêma Kurdistanê hêvî dikin ku bi çavekî mezin li nexweiya te mêze bike..

Qamilo, 03.10.2012

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 2.5
Bi Tevah Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark