Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: GIRÊKA KORAYE

 


LAZGÎN DÊRÛNÎ

Ya kû em jê di tirsan em gihanê , û ya me dixwest ji me dûr ket
Metelokek di bêjê: rî dibê bost lê dijmin nabê dost.
Kurdê reben û hejar: ti ji kî mafê xwe dixwazê, qey ti nizanê ku maf tên sitandin lê nayên dan, qey ti nizanê kû ti bê hêzî, bê piştî, bê xwedî yî, bê serok û rêberî, bê heval û hogirî.


Ev ne cara pêşiye û ne ya dawiye jî KURD têne xapandin, lê belê ew xwe dixapênin, di çin û tên li xwe di vegerin, di xelekeke vala de digerin, bê armancin, bê helwestin, bê biryarin, bê viyanin, li pey dilpakiya dilê xwe û hestên xwe diçin, tim li ser hêvî û lav û xweziyan dijîn, û sedema van tişta teva ewe kû KURD bê bingih û lê vegerin.
Kurdê xweşewîst: kîbûn yê berê kurda dane kongirê STENBOLÊ û kîbûn yê berê wan jê vegerand?piştî xwevekişandina kûrda û xwe dûrkirina wan ji encûmena niştîman ya SÛRÎ ,pirsa herî giring eve : wê KURD berê xwe bidne kî û wê bi kûve herin?û li ser çi bingihê ev biryar hate sitandin? gelo kar û bar û xebata kudên SÛRÎ gihiştiye qûnaxekê û bûye hêzek û jimareke mezin kû karibê li ser piyê xwe rawestê kû di rojên pêşde mafên ew dixwazê kû îro ji ber wan xwe vekişandiye bistînê?
Di bawerya mide ev leyistkike mezine li ser KURDÊN ROJAVA dibê , destine xirab ketine navde ,helwesta KUDA ne ji cem waye û ne serbixweye , îro karekî partîtî di bê ne karekî kurdewariye , li cem xelkê bûye bihar lê hê li cem KURDA payize , bi koratî dane  ser rê , lê mixabin  nizanin ser û berê wa bi kûveye,ewên xwe kirine serok û rêberê vî miltî û biryara wî kirine destên xwede, sibe ev rijêm bi kevê û encûmena niştîman ya SÛRÎ cihê wê bigrê , wê ev serokê kurda xwe xine navde û li gor berjewendiyên xwey teybet wê cihê xwe têde bigrin , û dîse ev miletê kor wê ji wanre li çepka bi dê,lê bê maf , bê azadî, bê rûmet.
31/3/2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark