Dr. Ebdilmecît Şêxo
Sekretêrê Partiya Yekitiya Dêmpokrat li Sûriyê berêz Mihye Dîn Şêx Alî! Endamên serkirdayetiya Partiya Yekitiya Dêmokrat li Sûriyê! Endamên hemû partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ! Dayika nemir Dr. Şêrzad ! Bavê pakrewanê me, mamoste Selah! Hemû beşdarên dilsoz ! Bi navê nivîsgeha parêzwer ya Encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê Silav û rêz ji we hemuyan re !
( 1) Birayê min yê biçûk ! Pir mixabin keys ji min re lênehati bû ku ez te ji nêzîk de nas bikim , lê gava min di malê xwe de , ji aliyekê de bi riya telvizyonê çavdêriya buyerên ne mirovan e li welatê xwe dikir ; ji aliyê din de, min bi baskên ramanên xwe di nav pêl û bahozên siyasî û wêneyên tirsdar de melevanî dikir,carna dilopên bêzar ji çavên min û bê vîna min, mîna pelên payîzê dihatin xwerê….. Lê min gelek caran jî,riya xwe bi peyvên lehengên azadiyê kurt dikir ,serên wan bi ava kaniyên bajarê Efrînê dişûşt û bi zarokên xwe re siruda serbestiyê û aştiyê distra…Bi vî rengî min di nav hevdijayetiyê de, carna li vî rexî û carna li wî rexî palvedida, ji ber ku felsefa jînê û çavkaniya wê tenê weha dibe …. Ji nişkave zengila telîfona mala min wek awaza çûkeke nexweş lêket;hevalekî min bi dengekî melul gote min ; Tu zanî xortekî me rewşenbîr û azadîxwaz bi destên neyarên peyva serbest hatiye kuştin ? Ew Dr. Şêrzad e…. Te got kî ..çawa û ji bo çi ? Min pirsên xwe mîna zîpik û toliyan li hevalê xwe barandin … ,lê dilê min jî mîna zarokekî sêwî lêdiket … Belê ezbenî , belê ezbenî Dr. Şêrzad evîndarê azadî û mirovperweriyê bû, hevalê min gote min . ( 2) Ax û hezar kovan ,ji ber sedemên giring, min nikanî bû bi dê û bav,bi heval û hogirên nemir û bi hemwelatiyên bajarê xwe re li ser gorna Dr. Şêrzad beşdar bûma û gurzên gulan ji gulistana goristanên pakrewanan li ser gorna wî bireşanda. (3) Di roja sêhem de, em çend heval hatin gundê pakrewanê xwe ; (Elendara), Ev gunda li sirtekî bilind e , hawîrdora wê darên zêtonê ,gir û pesarên qeşeng in ,bayê wir di heyama xweserî de herdem sar e , lê di wê rojê de sirûştê jî ji ber bêzariya xwe bayê germ û dilzar bi ser mîvanên nemirê me Dr. Şêrzad de berdida . Min li bin çadira serxweşiyê bi dehan û sedan ruyên welatparêz , têkoşerên nasdar dîtin ; melul û dilsar bûn,hêminî û bêdengiyê ew li xwe pêçandibû ,lê ez li rex bavê nemir rêzdar Selah rûniştim ..zimanê min lihevgeriya ,,bi dengekî pir nizim min gote wî bila serên we sax bin ! Piştî kurtedemekê min serê xwe rakir; li rast û çepê xwe nêhrî , min wêneya bêgunehê me dît , ez ponijîm , min kovan ji cegerekî şewitî berdida , min dîke û bi hemî hestên xwe li çavên wî nêhrî ..,ji min ve hate xuyakirin ku ew dixwaze bi çavên xwe bi min re bipeyve. Min ji wî pirsî, kê tu kuştî ? Ewî gote min ,ez nizanim !Lê ew ajen in, nokerê welêt in . Xêre li texistin birko? Dîsan gote min , ez nizanim , ez bijîşk bûm ,min birîn û zamên mirovan derman dikirin ,belê min serbest deng dikir ji ber ku ez serbest jî ji dayika xwe bû me , min bi destekî ala welatê xwe radikir û bi destekî din ala azadiyê hildida jor ,ez bi hevalên xwe re li ser mirovperweriyê dipeyivîm, ez li dijî setemkariyê bûm. Ev bûn gûnehên min !!! Na! na ! Ev peyvên te nasnama rûmetiyê ye , emê bi peyvên te çavên keçên xwe kildin , emê bi peyvên te cegerên çelmisî vejînin birako ! Min dîsan ji wî pirs kir; tu çi dixwazî ji mîvanên xwe re bêjî ? Dîsan ewî bi çavên xwe gote min; Bila hemû mîvanên min , hemû mirovperwer, hemû azadîxwaz , hêmin bin ,dilşad bin,ez niha di gulistaneke kurdistanî de li nik nemirên mezin rûnîştî me. Lê tu ji dayik û bavê xwe re çi dixwazî bêjî? Silav û rêz ji we û wan re , bila ew serbilind bin , bila dayika min hertim şabe,ezê ji fireşteyên buheştê re limêjan bikim ku ewa û bavê min û hemû dilxwazên ser ruyê erdê werin cem me , emê dîsan li vir jî bi hev re govendên azadiyê ji hemû gelan û bindestan re girêdin. De bila bimre koletî ! De bila bijî yekitiya gelê Kurd !Dîsan silav û rêz û hemû cejnên duhatî li we û li gelên cîhanê pîroz bin !
|