Luqman yûsif
“Avdarê berf giha gulha darê, nema danê êvarê”
Ji sedê salan ve evê metelokê di ferhenga metelok û pendên kurdî de bi giringî cih girtiye.
Miha avdarê destpêka buharê ye. Piþtî sê mehan ji seqem û sermayê, buhara rengîn dest pê dike û bi kirasekî keskereng ruyê axê dinixumîne .Germa rojê cih ji sermayê re nahêle;dar dipiþkivin û gul û kulîlk dixemilin.,mirov dikare bêje ku buhar demsala cwane di nav demsalên salê de.ji ber wisa bi dehan hozanên cîhanê û bi taybet yên kurdan gelek rist li ser hûnandine û gelek dengbêjan jî pir sitran li ser buharê û destpêka wê miha avdarê sitrandine, û herwehe gelek metelok û pend jî divê derheqê de hatine gotin û bi sedê salan mane di bîr û bala gelê me de.
Gelo xweþiya buharê û miha avdarê her û her xweþî bi ser gelê me de aniye?
Bê goman ji gelê me re xweþî û nexweþî di miha avdarê de tevlî hevbûne.
Tevî xweþiya destpêka vê demsalê û hatina roja nû (Newroz) ya ku hatiye nasîn bi cejna buharê, evê miha di salê de bi nav û deng gelek nexweþî bi ser me de anîne û brînin kûr di dil de vekirine ku ticarî neyên daxemirandin.
Demsala buharê û bi taybet miha avdarê hiþtiye ku gelê kurd di gelek rojan de jê reþa xwe girêde û þînê bikiþne.
Dema miha avdarê û demsala buharê bi ser me de tê pêre-pêre komkujiya Helebçe bi bîra me tê, ev komkujiya ku bûye daxek di eniya mirovantiyê de. Û herweha komkujiya Qamiþlo.
Di demsala buharê de feleka bê bext destê xwe dirêjî gelek navdarên kurd kiriye û hiþtiye ku her û her konê þînê li nav me bê vegertin. Ji wan navdarên hêja: Nemir Mistefa Barzanî ,Mihemed Þêxo .Rizo Osê ....Û ji bilî wan bi dehan.
Tevî ku demsala buharê û miha avdarê gelek ewrên reþ û tarî li ser me bi kar anîne ,hêviya gelê me ewe ku buhar bimîne cejna aþtiyê û dilê keç û lawan tê de xweþ bibe û nema hêviyên me tê de ber bi ba de herin.