Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Birîna Helebçe dîroka Kurdistan e

 


  Arşevê Oskan

Berî 24 salan rêjîma Bass ya Îraqê bi serkêşiya Seddam Husên xwestibû gelê kurd li bajarê Helebçe bi gazên jahrîn yên Xerdel û Siyanîdê qir bike. Di barandina topên gazê de li dor 5 hezar mendal, jin, kal û ciwan hatibûn xeniqandin û şewitandin û bi dehhezaran seqet û koçber bûbûn.  Heta niha jî komkujiya Helebçe wek daxa şermezariyê li rûyê mirovatiyê ye. Berî wê jî di komkujiyên Enfalan de jî, bi sedhezaran kurdan jiyana xwe wenda kiribûn û bi koman li sehrayê binax bûbûn. Ev hemû komkujî pêk hatibûn ji ber ku kurdan mafê xwe yê jiyanê xwestibû, mafê hebûna xwe wek mirov, mafê azadiyê û rûmetê..


 lê dîrok li ked û xwîna wan mirovan xwedî derket û îro jî gelê kurd li başûrê welêt nêzîkî azadiya xwe bûne. Ev birîn ne tenê li başûrê welêt dilê kurdan dabû ber jana xwe, lê li seranserî cihanê kurdan xwe reş girêdabûn û heta roja îro jî, kurd bi keser wê komkujiyê bibîr tînin û şermezar dikin. Behaneya rêjîmê ew bû, ku di dema şerê di nava Îraq û Îranê de, kurdên wan deveran alîkarî dabûn leşkerên Îranê. Dîmenê wan kuştinyan ûjdanê mirovatiyê hejand. Gelek vidyo û wêne li pêşengehan hatin raxistin û pêşkêşkirin. Dîsa jî Rûssiya wek îro ku tometên rêjîma Bass li Sûriyê vedişêre, di komkujiya Helebçe de jî heman tişt kir. Geh digot; ”Em nikarin bêjin ku gazên kîmawî û qedexe hatine bikaranîn û geh jî digotin em hevalên tevgerên bindest û azadîxwaz li hemû cîhanê ne”. du nerênên ji hev cûda û li dijî hev.  
Di wê demê de, rewşa başûrê Kurdistanê ji hemû aliyan ve pir xerab bûbû, ji hemû aliyan de jiyan rawestiya bû. Tê bîra min li rojavayê Kurdistanê ji bo kurdên başûrê Kurdistanê li alîkariyê digeriyan û bi tonan ard û pêdivyên jiyanê û pere dişandin wir. Destên hevkarî û biratiyê ji hemû kurdan dirêjî başûr bûbûn. Kurdên rojava bi sedan aheng û şahiyên xwe rawestandin û xema birayên xwe kişandin. Heta roja îro jî kurd li hemû cîhanê derdikevin kolanan û 5 xulekan ji bo qurbaniyên komkujiya Helebçe radiwestin û komkujiyê di bîra xwe de tînin, bê ku kes wan têxin bin zext û mecbûriyetê. Bi sedhezaran kurdên başûr warên xwe berdan û bi çol çepelan ketin, bibûn koçberên cîhanê. Serok û berpirsên kurdên başûr cîh ji wan re nema bû,  geh li şikeftan û geh li welatên cîran bûn. Di bin nîrên dijwar de, pêşmergeyan xwe û gelê xwe bi dijwarî diparast û gelek caran jî ji huner ve ketibûn û bêçar mabûn. Lê vê berxwedanê hişt ku niha bibin xwedî sazî û destgehên mezin.. hem aramî çêbû, hem pere çêbûn û kurdên başûr jî dikarin niha di berawerdiya siyasî de rolên herêmî û cîhanî bilîzin. Ji bo kurdan jî niha başûr bûye mîna parêzgehekê ku kurdên ji perçeyên din cih li wan teng bibe berê xwe bidin wir.
Kurd wekû civat û tevger li vê dîrokê bi êşeke kûr dinerin. Stranên xemgîniyê ji hunermendên dengbilind qêriyan. Strana Şivan Perwer bi hêzeke hunerî dikarîbû êş û birînên helebçeyiyan himêz bikirana û biba dengê qîrîna cangoriyên Helbeçe. Wêjeya kurdî bi hemû rengên xwe beşdarî vê dîmena bi jab û êş bû, çîrok, roman, helbest mîna tevnan êş hûnandin. Tabloyên hunerî ji şêwekaran dîwarên vê bûyerê xemilandin û hem jî rengê dûmana jahrê di asoyên wan tabloyan de bi xurtî peyivîn. Mûzika ku li ser Helebçe hat afirandin bêhna jahra mirinê ji wan awazan fûriyan.. Helebçe bû dîrokek bi serê xwe û êşên kurdan, jiyana kurdan û qêrîna kurdan gihandin guhê mirovatiyê, li hemû deverên dunyayê. Lê tiştên ku îro li Kurdistana başûr tên kirin, amadekariyên dewletbûnê ne, dema em dibêjin dewlet.. gedelî, dîktatorî, demokratî û wekheviya welatiyan tê bîra mirov. Gelo nifşên nû wê karibin ji xwîna van qurbaniyan hezkirin û yekîtî û dilsoziyê ava bikin, an wê mîna van welatên cîran bin, gel dê birçî û parsekên zarokên berpirsyaran bin û berpirsyar jî bi milyarên dolaran di benkên derve de kom bikin?
Em niha li rojavayê Kurdistanê gazinan ji gelek kêmasiyan û rewşê dikin û bi komkujiyan re rûbirû ne. Tevgera ku qaşo nûneriya gel dike û civata kurd ji komkujiyan diparêze, her roj ji hev perçe dibin û bawerî di nava civatê de mirandine. Şoreşa ku li seranserî Sûriyê vêketiye û di vê bîranîna Helebçe de sala xwe dagirt, em nizanin berê wê li kûderê ye û kurd dê çawa cihê xwe têde bibînin. Rêjîma Bass em 50 salî wek mirov nedîne û opozisyon jî wek gel li ser axa bav û kalan me napejirînin û partiyên me jî bi nakokiyên xwe ve mijûl in. Ji bo dawî li komkujiyan were, divê em baweriyê bi hev bînin û rêya çarenûsa xwe destnîşan bikin, dost û dijminên xwe jî ji hev nas bikin.
16.03.2012
 www.arshev.net

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark