Xelîl Kalo
Rovîyan dinya wêrankiriye û bê tamkirine . hîna bang, xitab ,bizav û axiftina me kurdan ya siyasî ,ramyarî , çandî kevnare û bi ezeziya, tenê em hemû êž û azar ,bindestî û pažketina xwe dixin sitûwê xelkê de . belê rast û her kes dizane ku dijminê kurdan ewin berpirsyarên yekserin di bindestiya gelê kurd de .ew pirs hatiye naskirin û ezberkirin ji ba hemû mirovên kurd ve, ji mezinan bigira heta piçûkan ,ji zana heta ne zanan , lê ya ku piranîya gelê kurd nizanê ku mane bindestî û perîžanîya wî bi destê xelkê wî bixweye .anku sedema parçebûn , nezani û hižmendiya netwî , ne rêxistin û dijheviya nav xweyî dikeve sitûwê bijartiyên wî bixwede .
Ji dema bîrewerîya me de, tevger û rêxistinên bi navê kurdewariyê dinava civaka me de hatine dirûstkirin , bi hêvî û armanca rakirina barê bidestî û azadiya gelê kurd ,ew merem û hêvî hatin cewsandin û bi demê ketin heta roja îro , ji bilî ku civaka me were guvažtin û yekbibe ,berevajî pažve hate vegerandin ku sedema sereke siyaseta kurdan bû dema kete nav destê nezan û bê wicdanan de , berpirsyarên rêxistinan , kesên xwe didane pêž bi armanc komkirina gelê kurd ,tenê li berjewendîyê xwe pirsîn û miletê xwe ji xwere dane xebitandin ,dibin gelek nav û nîžanên netewî de û bi xap û rîpan heta em gihižtine vê demê dijwar .
Gelê derdorê me roj biroj ser û binê xwe diguherin çi bi zor yan bixwežî û bi serdikevin , hîna em kurd bi terzê berê di mežin ,meža seqet û korandikin bê ku zanibin em gihane kûderê ,dema em li xwe di zîvirin pižtî demekê "hey ho "em xwe dibînin ku emê ber bipažve çûne ,ji ber sêrwan û pêžeweyên me kevnin û bi xap û rîpin û di serî de rewženbîrê kurd ,lewma jî guhartina me gereke û pêwiste îro berî sibe , eger ew pût û senem ne wên žikandin û rexnekirin wê rewža me weke niha û berê berdewam bibe .dîse jî gereke em zinibin ku raste gur hîn gurin û me dixun , lê rovîyê bi navê kurdewarî mala kurdan xerakirine di serî de yên ku dibêjin em rewženbîrin û bê hizir û bîrin.