Nisrîn Ehmed
Ev sibeh, ne ji rêzê ye.
Cav, ne evêndarên xewê ne.
Evînî ji gundê me dibare.
xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine.
Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne.
Keþtî, ber bi peravên buhiþtan ve diçin.
Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.
xwe disperim siya nêrgizên hewþê.
Nû, cavên xwe ji adarê re vekirne.
bihna wan, bedewiya wan, dêmê te di rewanê min de nîgar dikin.
Nêçîrvanê peyva revok ...
wa nîçîrvano...
dîsa torê vede lo!.
Demê rawestîne, sitûnên buhþtê hilde, raz û kilîtên evînê bilind bike.
de were ...
kavlê dilê min ji dîtina te ve bi buhiþtekê dirame.
di kolanên tozgirtî de derbas bibe, da ji nû ve giya û beybûn di keviyan de þîn werin.
tu ne xwiyayî, lê pêjna te tê.
ev sibeh, ne ji rêzê ye ...
ciwanya xwe diyarî te kiriye.
9/3/2012