Abbas Ismail
xewnek kûr vaye min dîtiye
bi hiş û sewdanê min lîstiye
nizanim derewe yan bi rastiye
ez gewşek bûme mejiyê min li hev ketiye
gewdê min heye
dilerize , bê hunere ji hevketiye
ez qure me lê zimanê min şikestiye
ez şiyarim
lê çavê min geh vedibe , û geh girtiye
ez guhdarim , lê carina tu dibê qey
morîka xewê di guhê min de şikestiye
na na ev xewna min bi serketiye
vaye kezîzerek , reng gewherek
himberî min rûniştiye
dêmên vê kar xezalê
baxê buhiştê nexşa xwe jê girtiye
awirên wê yên bi dizî derbas bûne ser mejîye
xwîn şêrîne , dev li kene ,rû geweze
xwedê ji nizane çiqasî sipehiye
bi çehrê xwe koçeriye
bi bejna xwe çeçaniye
çav zexele omeriye
bi hunere efrîniye
zarê wê xweş kurmanciye
yezdan ê jor huner da min
ta ku min lê pirsiye
hevala wê
bilez wê go amo ev nazenîn êzîdiye
mêrik ew ji cem xweda daxistiye
yezdaniye ewe xwezî û hêviye
nuraniye , cil spiye , buhiştiye
yezdan ê pak ji rengê xwe ev kezîzer nexişandiye
pirraniya temenê min bûriye
di jiyana xwe ya gerok
min keçek wek vê nedîtiye
bi hêvî me , ez dizanim
lengerê jiyanê hêviye
berhîm xelîl
buraqa neviyê xwe jê bistîne
bilez were
bi swariye
li ber lingê vê periyê min serjêke
bike qurban û goriye
yezîdiyê
cil spiyê , buhiştiyê
cibrîl melek
dergeh jêre vekiriye
[ Abbas Ismail ]
3-11-2011