Narîn Omer
narinomer76@gmail.com
parêzgerê zimanê kurdî mamoste Rezoyê Osê:
koçkirina te ya bi lez û bez ewqas bê merwet hat, ewqas bê bextî li me kir çerxa felekê dema êþ û jan bi bêbextî derbasî cendikê te yê pak û xwesewîst kir.
Li bîra te tê dema tu û çend hevalên nivîskar û helbestvan bûyîn mêvanê Dêrika Hemko, Dêrik gelek bi hatina te dilþad bi bî, em ji dêrika rengîn derketin û me berê xwe da Indîwera biharxweþ di bihara (2006)a de, gava em gehan te digot:
Çiqas Dêrik rengîne, Indîwer parçek ji buhiþta dinyayê ye!
Te û wan mamosteyên bi rûmet û dost û hevalên me ew cihê taybet hilbijartin da em seyrana xwe li wir berdewam bikin.
Hin ji me rûniþtin, çend ji me bi hevdû re mijûl bûn, lê tu kûr û dûr çûyî, bi ramanên xwe, bi guman û nerînên xwe, ez bi bawerim te xwe parastibî himbêza hizir û nîgaþên xwe û bi wan re te geryanek berfireh girêda.
tu û hûn bero Cizîra Botan û çiyayê Cûdî û Bêxêr diçûn, helbet te silavên xwe û yê me li Melayê Cizîrî û mîr Ehmedê Xanê û Feqehê teyran dikir.
Di çemê Dical de te xwe noq dikir û pîrozbahiya ava mezin li can û cendikê xwe diweþand.
Te herdû dest û ling di ava çemê Seqlan de diçikilandin û bi cemeda avê re tu mestyar dibûyî, te tiliyên xwe di nav ava kaniya Xeyda re bibir û dianî, bi destan te têhna hinavê xwe þikand bi vaxwarina ava kaniyê.
Te ji bîr nekir kû tu geryana xwe li pira bafid bi dawî bikî, bi bilindahiya pirê re te çend wêneyên dilsoziyê di hest û dil de neqiþandin ji Cizîrê re, û ji deþta Silopiya re û ji hemî cih û warê tu têre derbas biyî.
Gava tu li civata me vegerayî te ew wêne û dêmenên rengîn û corbicor ji me re þîrovekirin.
Rezoyê Osê!
Xwezî bi bihara (2006)a, ne xwezî bi bihara (2010)a, ewqas ev bihara dawî bê merwet û bê bext bi ser me de hat.
Rezoyê Osê!
Zimanê kurdî heta îro jî rondika li ser koçbîniya te dibarînê, lê bi wan rondikan re dibêje:
-Min navê Rezoyê Osê di kakila dilî de parastiye.