Nizar Yosif
Sehên kedî war lekandin
Çavkanî vebûn
Cuh herikîn
Gurên têhn dev dane ber quletênan
Gewdeyan di mijin
Tihin naþikê
Cadeyan di alêsin
Di noþin ava jiyanê
Sermestên xwîna mirovan
Tim birçiyê goþtê terin
Rehetiya çavên kujêran
Gorîdane,,,,
Komkujiye ,,,,,
Kevilkirine,,,,
Dil kevirin!
Axê xwîn mêt
Dilovanî hat sotandin
Kêrdestan þahî gerandin
Bextewarin ,,,,
Dilehîzin,,,,
Bi wan dîdaran þa dibin.
Bi hezaran pakrewanên sibehê ne
Pêjna aza ji þûna dewsa lingan tê
Bihna dûmana azadiya ware wêran
Li ber kepiyên me di fûre
Bangên sitembaran!
Serbestî ji dengên we tê
Dayîk bi hêstiran di pêjînin
Li ser sêlên cegerên xwe
Bi lorîkan hêmin dikin
Di kelhayên hinavan de
Çav û birînên tifalan germê didin
Rêkên azariya gundiyan
Raperînên cadeyên sor
Singên rût jê re mertalin
Diçin sicde dilêrên wan
Nijdevanên aþîtiye
Bi tundî ronî girtine
Ji bû tavê bûne rizde.
Ser guhanan bûka salê
Îþkên zayînê bi dawî tên
Serþûyên avajiyanê
Giyanê jê þûþtinin em
Balava kincên þehîdan
Pakrewanê can ser destan
Arava çilsalanin em
Serbestê warê xopanin
Serhildana wêrekane
Mirin li serê xwe badane
Li meydanan
Li kolanan
Kefen radan
Gor bi destên xwe kolandin
Yan azadî,,,
Yan cangorî,,,
Serketin bara gelane.