Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: Prof. Îsmet Þerîf Wanlî (1924 - 9.11.2011) Serê Gelê Kurd Sax Be!

 


 Konê Reþ

Di roja 9.11.2011an de, roja xwepêþandana ku bi biryara Kongereya Niþtimanî Ya Kurdî Li Sûriyê hatibû pêk anîn û Kurd bi deh hezeran derketin kolanên Qamiþlo, doza azadî û serbestiyê dikirin, di eynî rojê de, li Swîsrayê, siyasetmedar û nivîskarê Kurd yê navdar Îsmet Þerîf Wanlî di seat di 04.00 sibehê de li nexweþxaneya CHUV a Lozanê koça dawî kir.


Îsmet Þerîf Wanlî 87 sal kiribûn, ji sala 1948 an de li bajarê Lozana Swîsreyê dijiya. Ew di 21ê berfanbara 1924 an de li gundekî nêzîkî Þamê paytexta Sûriyeyê ji dayîk bibû, di salên zaroktiya xwe de çav bi welatparêz û rewþembîrên Kurd wek mîr Celadet Bedirxan, Qedrî û Ekrem Cemilpaþa, Dr. Ehmed Nafiz û birayê wî Nûredîn Zaza, Elî axa Zilfo.. ketibû û ji wan fêrî Kurdperweriyê bibû û wiha wî jî xwe berdabû nav têkoþîn û berxwedanê di ber gelê xwe de.. Ji sala 1948 ve li derveyî welat bû. Li Swîsrayê di warê felsefe û hiqûqê de dîploma xwe wergirtibû û dersên siyasetzaniyê didan.. Her wiha di salên 1960-1962 an de jî li zanîngeha Sorbonê li ser Kurdnasiyê ders dane.. Di sala 1061 ê de li ser daxwaza Barzaniyê nemir çûye Kurdistana baþûr û zîviriye Ewropa nuneritiya Tevgera Baþûrê Kurdistanê a bi serokatiya Mela Mistefa Barzanîyê nemir kiriye.. Di sala 1995 de tevlî Parlementoya Kurdistanê ya Derveyê Welat (PKDW) ya ku di 1995’ê de hatibû damezrandin bibû. Di sala 1999 de dema Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hatibû damezrandin. Ew bibû serokê KNK ê û demeke dirêj serokatiya wê kiribû.
Gelek berhem û pirtûkên wî bi zimanên biyanî derketine. Ji wan berheman pirtûka bi navê Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Netewî ya Kurdan û gelek berhemên wî yên din jî hene.  Bi jinek Swîsreyî re zewicî bû û li Lozana Swîsreyê jiyana xwe derbas dikir.
Ji gotinên wî derbarî zimanê Kurdî de: Li zimanê Kurdî û kultura Kurdî xwedî derkevin.. Hemû Kurd, bela li ziman û kultura xwe xwedî derkevin, lê zêdetir divê yên derveyî Kurdistanê lê xwedî derkevin..
Erê, Îsmet Þerîf Wanlî xwendina xwe li dervî Kurdistanê; Libnan, Swîsra, Franse û DYA’yê kiribû wiha jî li xerîbiyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibû. Li ser fêrkirina wî ji zimanê Kurdî re wiha digot: Her kes li derveyê welêt zimanê xwe ji bîr dike, lê ez li derveyê welat fêrî Kurdî bûm. Di heyamê çetîn û dijwar de Îsmet Þerîf Wanlî dengê Kurdistanê bû, dengê Kurdên rojava bû. Ez xemgînî û mixabiniya xwe ji malbata wî û gelê kurd re pêþkêþ dikim û ji Yezdanê dilovan bi hêvî me ku cihê wî bihiþta rengîn be û dawî dibêjim: Serê gelê Kurd sax be.
Konê Reþ, Qamiþlo/ 09.11.2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.85
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark