Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Rexne: Rov sk

 


Qado êrîn

Ez te rexne dikim, dêmek dixwazim tu ji min batir û çêtir bî.
Roja 11ê gulenê hêja CanKurd di bloka xwe(http://cankurd.wordpress.com/2011/05/11/can-irhabsiyasikurdi/ ) de kurte nivîsek weand. Xuyaye cuwamêr di derbarê PKK de gotarek ji kurdî wergerandiye erebî, di dûv re raserî nameyên tije sixêf, tawan û titin din hatiye, wek wî di nivîsa xwe de nivîsandiye.


Bi gumana min CanKurd xincerek jahrkirî di laê zarokekî de neçikandiye, tenê wî gotarek wergerandibû, êdî ew êweyê têkiliyê pêwist nake, û encamên ba nade pê. Bi gumana min tenê dê encamên ne-ba bighîne PKK. Her wisa dê hezkirina kurd ji kurd re kêm û lawaz bike.
Taku hi û ramanên me rêzgar û azad nebin, em ê wek insan û cugrafya ji bindestiya dagîrkeran rêzgar nebin.
Eger bersivdayîna pênûsan bi wan êweyên sextekar be, dêmek cudahî di navbera wan kesan û diktatoran de tune, ew jî mîna peye û berdevkên diktatoran in. Mixabin ku hin ji wan doza demuqratiyê ji dujminan dikin.
Çima ji wan kesan tê famkirin ku mirovê rexneyan dike dujmin e, bê rûmet, xwefiro û titin din e.
Mixabin hin kes hene’’ûjina di çavê xwe de nabînin, lê derziya di cavê xelkê de dibînin’’.
Mirovê rexneyan nepejirîne nikare miletan rêzgar bike, û eger hat û bûn desthilat, dê ji dagîrkeran bêtir kurdan biêînin, wê wextê milet dê xweziya xwe bi dagîrkeran bîne.
Gelek nivîskar û rewenbîr ji ber tirsa kesên wisa ên ku bi sixêf, bêbextî û tawanan diaxivin, nivîs û gotarên rexneyî nanivîsînin.
Bi gumana min gerek em ji rêjîmên serdestên Kurdistanê û rewenbîrên wan demuqratîtir bin, yana tu wate ji oreên rêzgarîxwaziya welatekî diktator e tune.
Ew ên ku ji bo nivîseke rexneyî kirasê xwe û me diçirînin, û sor û în dibin, ne ji mafê wan e rexneyan li rêjîmên serdestên Kurdistanê û rewenbîrên wan ên xwefiro, bikin, çimkî ew ekere ne, lê yên me mîna Maran in, Mar jî xweike lê tije jehra silêmanîye.
Dostekî min di Rojtv de bernameyek ba pêkê dike, carekê min ji wî dostî pirsî; çima tu mêvan in din nabe bernameya xwe?, hema hema eynî kesan dubare dibin, daku bernameya te dewlemend û demuqrat be. Wî dostî wisa bersiv da: ez wan tînim, lê hîna negihatine malê er(rexne)ê me dikin. Xuyaye vîtoya(qedexe) li ser min jî ji wê sîstemê derketiye. Ji navenda sîstemê ji min re hat gotin ku vîto li ser te  heye û nabe tu biçî Rojtv. Min singê golik ranekiriye, qey min carinan rexne kiriye.
Li dawî, Cigerxwîn dibêje:
Xwendin nebî kes naçî pê
Peyda dibin pir derd û ê
Ez jî dibêjim:
Rexne nebî kes naçî pê
Peyda dibin pir derd û ê
12/05/2011

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 1.5
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark