Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Awaza xilxalan.. Diyar ji giyan nemir Ret Hemo re.

 



Ebdilmecît êxo

       -1-
 Gulava hinarokên bedew ,
Ji çavên xwe yên kor re, 
 min kire derman.


Ew ahiyên te mîna lehiyên serxwe,
bi ser giriyên min de ,dilop ,dilop,
mîna barana buharê,
mîna buharê dilan,
dihatin xwarê.

Lê ez di xewnên xwe de,
mîna zarokekî veciniqîm,
dîsan bi kenînên te ,
bi awaza xilxala lingên te
dîsan ez kedî bûm,
û di hembêzeke germik de
mîna dînekî ne dîn
zarokekî ne zarok
di xew de çûm …..

         -2-
Li ser wî girî,
li bin wê darê,
li ser wê darê,
li rex wî latî,
li ber gorna pêxember Horî,
me dîsan bi hev re gorana Eya Îbê
                istra .

       -3-
Di bêhnvedanekê de te got ; NO  !
                                                    NO !
Ji bo van mûmên vêketî,
Ji bo van hestiyên lewentekirî,
Yên Reîtê Hemo
Ji bo van çûkên ber tîkên rojê de difirin
                   te dîsan got
                           NO!
                           NO !
Lê awaza xilxala lingên te,
hîn di guhên min de,
                  dilîzin  .
                      Efrîn. Avdar,2011

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark